Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome 2023-03-05 12:21:34   MEREŞ - Welatiyên li Mereşê ku hêj jî pirsgirêka konan dijîn, bi derfetên xwe hewl didin branda û hesinên ji nava kavilan derxînin û pirsgirêka xwe çareser bikin.    Di encama erdhejan de li Mereşê wêraniyeke mezin çêbû. Li navçeyên Dulkadîroglû û 12’ê Sibatê bi hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Gelek welatiyên ku malên wan hilweşiyayîn an jî xisareke mezin gihiştiyê jî hewl didin bi derfetên xwe pirsgirêka cihê mayînê çareser bikin. Welatî gelemperî cihên bilind ên erdhejê bandor kêm lê kiriye bicih bibin. Lê dema diçin van deveran jî ji alîkariyên xurek û erzaqê bêpar dimînin.    Gelek kesên li Taxa Sutçu Îmam a navçeya Dulkadîroglû dijiyan û malên wan hilweşiyayîn, nekarîn li konbajaran bo xwe cihekî peyda bikin. Tevî daxwazê jî heta niha bo wan kon nehatine peydakirin. Lewma di bin konên ku li deverên bilind ên Taxa Beyazitê bi derfetên xwe vegirtine de dimînin.    HER KES TIŞTEKÎ DIBÊJE   Ji mexdûrên erdhejê Mehmet Koca anî ziman ku bi brandayên peyda kirin û ji hesinên ji nava kavilan derxistin re bo xwe kon vedane û wiha got: “Bi qasî ji destê me tê hewl didin tiştekî ji xwe re çêbikin. Niha avahî tên hilweşandin. Gelek avahiyên derizîn hene. Gelek kes ditirsin û naçin avahiyên xwe. Hemû kes li gorî derfetên xwe hewl dide tiştekî bike. Em nizanin dê konan ji kê û ji ku derê bixwazin. Ji ewil ji me re gotin ku li ser e-devletê serlêdanê bikin. Lê piştre berê me dan cihên cuda. Îcar em li wê derê digerin lê nabe. Yek dibêje li 122’yê bigerin, yê din dibêje li 144’ê bigere. Her yek tiştekî dibêje. Dibêjin li AFAD’ê bigerin. Her kes tiştekî dibêje. Av û ceyrana me tune ye. Hêj jî ji me re kon peyda nekirine. Di her konê de 10-15 kes dimînin. Em jî wisa. Em hewl didin bi derfetên xwe hinek tiştan çêbikin. Beşek ji me di wesayîtê de dimîne. Xurek jî tune ne. Car bi car bo me xwarinê tînin. Ne diyar e bê ka tê yan na. Keya jî sax be, ew jî li holê xuya nake.”   MA / Ahmet Kanbal