Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest 2023-03-05 10:21:27   BURSA - Lîstikvanên Amedsporê ku ji bo maça bi Bursasporê re çûbû Bursayê, şevê din rastî êrişa nîjadperest hatin.    Amedspor a ku di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de têdikoşe, ji bo maça bi Bursasporê re çû Bursayê û beriya maçê li hotêlekê dima. Bi dehan alîgirên Bursasporê şevê din çûn ber deriyê hotêlê û dirûşma nîjadperest a “Çi bextewar e yê ku dibêje ez tirk im” berz kirin. Dîmenên têkildarî vê êrişa nîjadperest li ser gelek hesabên bikarhinêrên medyaya civakî hatin parvekirin û li dijî gotinên nîjadperest bertek hatin nîşandan.