Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq 2023-03-05 09:53:50   HATAY - Dr. Abdullah Onen ku ji Îzmîrê hatiye Hatayê, bêyî heqdestekî bixwaze xizmeta tenduristiyê dide jinên ducanî. Onen, diyar kir ku heke Wezareta Tenduristiyê destûrê bide, dê gelek bijîşkên dilxwaz bên Hatayê.     Yek ji bajarên di encama erdhejên Mereşê de hilweşîneke mezin lê çêbûyî jî Mereş e. Ji ber erdhejan, xebatên tenduristiyê yên li bajar hema hema qet nînin. Ziyaneke mezin gihiştiye nexweşxane û binkeyên tenduristiyê û nexweşxaneyên sahrayê jî li nexweşxaneyên kêmxesar xizmetên tenduristiyê didin. Gelek kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ku endamên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ne, ji roja ewil a erdhejê heta niha ji bo dermankirina birînên mexdûrên erdhejê, dil û can dixebitin.  Di erdhejê de yek ji navçeyên Hatayê yên herî zêde hilweşiyayî jî Antakya ye. Gelemperiya xizmetên tenduristiyê yên li navçeyê ji hêla xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz ve tên dayîn. Welatiyên ku bi nexweşiyên giran ketine jî berê xwe didin bajarên derdorê. Bi taybet jî jinên ducanî ji ber ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, zehmetiyên mezin dikêşin.    XIZMETA TENDURISTIYÊ YA BÊHEQ    Tekane cihê ku ji bo jinên ducanî xizmetên tenduristiyê bêpere dide, Nexweşxaneya Taybet a Nexweşiyên Jinan û Welidînê ya Mozaîkê ye. Gelek xebatkarên nexweşxaneyê, mexdûrên erdhejê ne û ji bo jinên ducanî û kesên hewcehiya wan bi tedawiya lezgîn heye, xizmetên tenduristiyê bêpere dide. Hinek bijîşkên ji bajarên cuda hatine vê derê, li nexweşxaneyê xizmetên tenduristiyê didin. Pisporê Nexweşiyên Jinan û Welidînê Op. Dr. Abdullah Onen jî yek ji van kesa ye.    XEBATA BI DILXWAZÎ   Dr. Onen ku ji 25’ê sibatê heta niha xizmetên tenduristiyê bi dilxwazî dike, da zanîn ku di rojên ewil ên erdhejê de ji bo bê Hatayê serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Îzmîrê daye lê bersiveke erênî jê re nehatiye dayîn. Onen, diyar kir ku dema li ser komên whatsapê bangawaziyên ji bo bijîşkan dîtî, berê xwe daye Hatayê û ev tişt anî ziman: “Li Antakyayê tenê ev nexweşxane li ser pêyan e. Dema ji ewil hatim vê derê, li vir tenê hevalekî welidînê hebû. Ji xwediyên vê derê Vahap beg (Vahap Doş) pir zêde dixebitiya. Piştre em bi hev re xebitîn. Ji ber hejmara kêm a xebatkarên tenduristiyê, nedikariyan bûyerên sezaryan û yên lezgîn qebûl bikin. Bi hatina min re em ketin nava hewldanan. Me gelek pisporên anesteziyê, teknîsyenên anesteziyê û hemşîre yên dilxwaz peyda kirin.”    ROJÊ XIZMETÊ DIDIN 80 JINÊN DUCANÎ   Onen, got ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar ji ewil bi erênî li vê mijarê ne dinihêrt û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em dilxwaz bûn û nehatibûn peywirdarkirin, bi erênî nêz dibûn. Me piştre burokrasî xist dewrê û ev pirsgirêk çareser kir. Ev bû du roj ku me hemû welidînên lezgîn û sezaryan qebûl kirin. Em du kes rojane li 80-100 nexweşan dinêrin. Ji sedî 95’î van jinên ducanî ne. Ev kes -heke şensê wan hebe- di bin konan de dimînin. Gelek jinên ducanî hene ku bi roja ye nikarin xwe bigihînin bijîşkan. Lewma zarokên gelek jinên ducanî ji ber çûn. Gelek hevalên min dixwazin bên bajar û dê di rojên pêş de hinek bijîşkên dilxwaz tev li xebatan bibin. Di halê hazir de li bajar kaosa xizmetên tenduristiyê heye. Tekane sedema vê jî ew e ku Wezareta Tenduristiyê dixwaze tekana organîzator ew be. Dixwaze tenê xebatkarên wan vê xebatê bikin. Ev jî rê li ber kaosê vedike. Heke ji ewil destûr bidana, dê gelek xebatkarên tenduristiyê û bijîşk bihatina vê derê. Dê niha jî bên. Lê Wezareta Tenduristiyê li pêşiya vê astengiyeke mezin e.”    MA / Azad Altay - Mujdat Can