Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr 2023-03-05 09:44:22 SEMSÛR –  Li Semsûrê ku hê di bandora erdhejê de ye, ji aliyekî ve kavilên xaniyên hilweşiyayî tên rakirin ji aliyê din ve jî semsûrî li bendê ne alîkariya wan bê kirin. MA, bi wêneyan rewşa heyî ya Semsûrê tomar kir.    Erdhejên Mereşê ku di 6'ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Ji bajarên ku herî zêde bandor ji van erdhejan girtin jî yek jê Semsûr e. Li Semsûrê li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Lê li vî bajarê em bi kê re axivîne, hemûyan jî xizm û nasên xwe winda kirine. Li gor welatiyan di ser 30 hezarî re mirov jiyana xwe ji dest dane. Her kolanên Semsûrê kavil in. Li vî bajarî mirov bê kefen hatine veşartin û her welatiyên vî bajarî xwedî êş û çîrokeke giran e. Semsûr hê jî di bandora erdhejê de ye û li paş erdhejê bajarekî hilweşiyayî bi bêhna mirinê maye. Me Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi wêneyan rewşa heyî ya Semsûrê tomar kir.      ALÎKARIYA ME BIKIN   Li Semsûrê ku gelek avahî hilweşiyane heta çend rojên ewil ên erdhejê jî tu mudaxile û alîkarî nehat kirin. Ji ber ku mudaxilê nehat kirin bi rojan mirov di bin kavilan de li benda alîkariyê man û piraniya wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di sir û seqema zivistanê de gelek mirov li derva man û ji ber kon li welatiyan nehatin belavkirin gelek kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Welatiyeke/î Semsûrê xemsariya dewletê ya li dijî erdhejê bi nivîsa, ‘Alîkariya me bikin’ aniye ziman û ew nivîs weke nîşana berteka li dijî xemsariyê xwe dide der.      DI NAV KAVILA DIKANA XWE DE LI AMÛRÊN XWE YÊN XEBATÊ DIGERIN   2 welatiyên ku li taxeke hilweşiyayî ya Semsûrê em rastî wan hatin, di nav kavilên dikana xwe ya tamîra wesayît û duçerxeyan de li amûrên xwe yên xebatê digeriyan. Heya beriya erdhejê jî ew dikan warê nanö wan bû, lê niha warê nanê wan di nav kavilan de ye. Ew jî di nav wan kavilan de li keda xwe û amûrên xwe digerin.      MÎNAREYA MIZGEFTE JI BO WELATIYAN HÊ JÎ XETERE YE   Di encama erdhejê de gelek avahî li Semsûrê hilweşiyan û yên mayî jî xesareke mezin girtine. Li navenda Semsûrê mizgefta bi navê Mizgefta Nexweşxanê jî ji erdhejê bandor girtiye û mînareya wê şikeştiye û gava ketiye di mînareya li rex xwe de asê maye û nehatiye xwarê. Lê rewşa wê qet nebaş e. Welatiyên ku peya an jî bi wesayitan di kolanê de diçin, bi tirs lê dinerin. Çendî xetere ye jî, lê hê nehatiye rakirin.      TAXÊN SEMSÛRÊ ÊDÎ KAVIL IN   Li navenda Semsûrê pir kêm xanî û avahî hene ku nehatine xwarê lê ew avahî û xaniyên ku nehatine xwarê jî xesareke mezin girtine. Lê çend tax hene ku hema bibêje avahiyên ku nehatine xwar nemanê. Taxa Tûrgûtreîs a Semsûrê ku bi tevahî di nav kavilan de ye bandora erdhejê dide der. Ew tax ku gelek avahiyên xebatê li vir bûn, êdî wêran bûye û bi navê jiyanê tiştek nemaye.     'ALA TIRK'   Yek ji balkêşiyên vî bajarî; li ser wesayitên ku kavilan radikin alaya tirk hatiye daliqandin. Dewleta ku alîkariya mirovên di bin kavilan de nekir û ji ber xemsariya wê gelek kesan jiyana xwe ji dest da, lê bi alaya tirk xwe dide der ku li vir e. Bi vê yekê dixwaze pêşî li ber rexneyên li dijî xwe bigire. Erê niha li her kolan û taxên Semsûrê dewlet bi alaya xwe heye, lê jiyan tune ye.      SEMSÛR HÊ JÎ DI SAET 4.17’AN DE MAYE...   Yek ji navnîşana Semsûrê Birca Saetê ku li navenda Semsûrê ye di saeta erdhejê ya 04.17’an de sekiniye. Saeta bajêr, dema berî bajrê hilweşîne nîşan dide. Ev dimen jî rewşa Semsûrê ya piştî erdhejê dide der. Li vir bajar jî, jiyan jî di saet 04.17’an de maye…     KAVIL Û WÊRANÎ   Li Semsûrê xebatên rakirina kavilan dest pê kiriye û kavilên avahiyên ku hilweşiyane li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê tên valakirin. Ji ber ku beriya rakirina kavilan av nehatiye reşandin dûmana kavilan li nava bajêr belav dibe û ew jî dibe sedema nexweşiyan. Di nav molozan de pêlîstokên zarokan, kinc û pêlav li paş mirovan mane...     BI HEZARAN MIROV DI NAV HEV DE HATINE VEŞARTIN   Piştî erdhejê bi hezaran mirov li Goristana Nû ya Şeredariyê ya li Taxa Bahçecîk a Semsûrê di nav hev de hatine veşartin. Kesên ku xizm û nasên xwe winda kirine diyar dikin ku bi hezaran kes bê kefen hatine veşartin. Li ser her gorê nîşaneke kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye daliqandin. Pêlîstokên zarokan, kincên zarokan, pêlav û tiştên kesên ku li vir hatine veşartin li ser gorên wan hatine daliqandin û ew amûr bûne nasnameya wan. Liv ir tu kes tune ye ku xizm û nasên wan jiyana xwe ji dest nedabin. Êdî êş bûye navê vî bajarî.    MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargut