Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin 2023-03-05 09:37:31 HATAY -  Ji mexdûrên erdhejê Vehbî Dede ku bi saya piştevaniyê jiyana xwe didomîne, wiha bang li xelkê Hatayê yê koçberbûyî kir: “Vegerin bajarê xwe, em bi hev re bajarê xwe jinûve ava bikin.”    Di encama erdhejên Mereşê de li Hatayê hilweşîneke mezin çêbû. Dewlet û rayedarên hikûmetê ku berpirsyartiya xwe bi cih ne anîn, ji roja destpêkê heta niha rastî bertekên gel tên. Dewleta ku pêdiviyên gel ên weke kon û avê bicih neanî, rê li ber koçberiya gel vekirin. Malbatên ku zarokên wan hene berê xwe dan gundan û navçeyên kêmxesar gihiştiyê û yên ku bajar terk nekirîn jî banga mezinkirina piştevaniyê û vegera bajar dikin.    PIŞTEVANÎ LI SER PÊYAN DIGIRE    Welatiyên ku li Taxa Çekmece ya navçeya Defneyê dimînin, li pêşiya malên xwe kon vegirtine û li ber xwe didin. Ji welatiyan Vehbî Dede, ji bo Hatayê pênaseya “herêma hatiye terkkirin” dike û dibêje ku rayedarên dewletê tu alîkarî nedane wan. Dede balê dikişîne ser girîngiya piştevaniyê û wiha got: “Em welatî ji hev re dibin alîkarî û hewl didin xwe li ser pêyan bigirin.”    Dede, anî ziman ku dewletê Hatay paşguh kiriye û wiha domand: “Ev bajar, êdî bû bajarekî bêxwedî. Nizanim ji vê çi armanc dikin, gotinên me di qirika me de dimînin. Tenê yê ku heman tişt jiyayî dikare halê me fêm bike. Hinek tişt tenê li ser televîzyonê bi temaşekirinê nabin. Em di nava 10 rojan de 30-40 caran li TEDAŞ'ê geriyan û me arize jê re got. Me jê re got; ‘em bi şev ditirsin, ji we rica dikin ku ceyrana me çêbikin.’ Ji me re gotin; ‘em ê çê bikin’ lê hêj jî em di tariyê de dimînin.”    BANGA VEGERÊ KIR    Bi domdarî Dede destnîşan kir ku ew naxwaze ji Hatayê koç bike û axaftina xwe wiha qedand: “Em li vir ji dayik bûn û dê li vir bimrin. Çi dibe bila bibe em ê vê derê biparêzin û naxwazim terka mala xwe, taxa xwe bikim. Em bi şev hinek ditirsin lê xwe diparêzin. Ji sedî 60’î şêniyên taxê bar kirine. Banga min ji bo wan ew e ku dîsa vegerin. Werin em van deveran bi hev re biparêzin. Cihekî din ê ku biçin tune ye. Werin em li ser xaka xwe têbikoşin. Em bi hev re ava bikin, têbikoşin, bi destê hev bigirin û ji hev re bibin alîkar. Werin em vê derê bi hev re jinûve ava bikin.”    MA / Mujdat Can