ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN 2023-03-05 09:00:11     * Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku xebatên xwe yên di çarçoveya "xeleka jiyanê" de didomîne, got ku dê li Meletiyê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bikin.    * Di encama erdheja Mereşê de li Taxa Kapidere ya Wêranşarê kevirên mezin ji çiyê ketin ser rêya trênê û nema dikare êdî bê bikaranîn. Trêneke bar, ev 28 roj in li ser rêhesinê hatiye sekinandin.   * Welatiye bi navê Elîf Topyurek ku du hefte beriya erdhejê li Nexweşxaneya Taybet a Sular Akademiyê li beşa venihêrîna awarte girêdayî cîhazê hilmijînê bû, di roja erdhejê de sewqî nexweşxaneyeke din hate kirin û ev meheke tu agahî jê nayên girtin.   *Ji mexdûrên erdhejê Vehbî Dede ku bi saya piştevaniyê jiyana xwe didomîne, wiha bang li xelkê Hatayê yê koçberbûyî kir: “Vegerin bajarê xwe, em bi hev re bajarê xwe jinûve ava bikin.”    * Ozlem Akar ku ji bo kon telefonî cendirmeyan kiriye got: "Min du rojan li ser hev telefon kir. Wan jî telefonî hevjînê min kiriye û gotine, 'hevjîna te zorê dide me.'"    * Li Semsûrê ku hê di bandora erdhejê de ye, ji aliyekî ve kavilên xaniyên hilweşiyayî tên rakirin ji aliyê din ve jî semsûrî li bendê ne alîkariya wan bê kirin. MA, bi wêneyan rewşa heyî ya Semsûrê tomar kir.    *Dayika Aştiyê Emîne Kaya ku ji ber îfadeyên zilamê ku ew dixwaze dest ji wî berde hat girtin, anî ziman ku dewlet û zilam hevkarî kirine û got: "Di vê pêvajoyê de min fêm kir ku ya ku jinê rizgar bike, ya ku jinê xurt û bilind bike, vîna wê ye."   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 713’an de berdewam bike.    * Jin dê li ser bangawaziya “Hesaba ku em bipirsin, hêza ku em ava bikin heye” ya Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê li ber Îskeleya Kadikoy-Beşîktaşê bên ba hev û daxuyaniyê bidin. (15.00)   *Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin û Meclisên Jinan bi dirûşma “Em ê di erdhejê de rê li ber mirinê jî cînayetên jinan jî bigirin” li ser Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (16.00)