Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin 2023-03-04 20:09:30   ŞIRNEX- Li Taxa Ofîsê ya Silopiyayê jineke ciwan li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin.    Li taxa Ofîs ya Silopiya ya Şirnexê Kader Bayindir ku li ser nifûsa Bîlecekê qeyd kiriye, li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Piştî ku cînarên Bayindirê pê dihesin ku ew miriye, haya tenduristkaran pê dixin. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê cenazeyê Bayindirê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Cenazeyê Bayindirê paşê ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.    Hat diyarkirin ku Bayindir li malê bi tenê dima.    Hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.