Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê 2023-03-04 18:25:12   AMED - Baroya Amedê, 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê.    Li Semsûr û Hatayê ku di erdhejên Mereşê de hilweşiyan, pêdiviya welatiyan bi avê heye. Baroya Amedê ji ber vê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê.    Baroyê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt gotin: "Ji ber ku demildest pêdivî bi avê hebû, îro 2 TIR av ber bi Semsûr û hatayê ve hatin şandin. Piştevaniya me dê bidome."