‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan' 2023-03-04 16:14:21   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweşê giran Alî Kûrban ku ji sedî 94 astengdar e û xwest ku bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 571'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixe, vê heftê li ber avahiya xwe li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Alî Kûrban ku li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Alîaga ya Îzmîrê girtî ye û  ji sedî 94 astengdar e. Di çalakiya ku gelek kes tev li bûn de pankart hatin vekirin û dûrişm hatin berzkirin.    JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E   Di çalakiyê de endama ÎHD'ê Mûkaddes Şamîloglû daxuyanî da û bi bîr xist ku heta niha hê jî bi awayekî fermî der barê 70 girtîgehên li herêma erdhejê de daxuyanî nehatiye dayîn û qala rewşa girtî Alî Kûrban kir. Şamîloglû, destnîşan kir ku gelek nexweşiyên Kûrban hene û banga berdana Kûrban kir.