Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike 2023-03-04 15:54:57   HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku jin tehamulî desthilata AKP’ê û MHP’ê nakin û wiha got: “Hûn ê bi hêza jinan bi hesab dayînê biçin. Jin wê we bişînin, hêza jinan wê we bişîne.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Çepgîr û Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Berdevka Meclisa Jinan HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûtçû, Hevberdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû, parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Partiya HDP û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada Konê Jinê ya ji aliyê Koordînasyona Jinan a Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ve li navçeya Defne ya Hatayê hatiye vedan bi dirûşmeya “Piştevaniya Jinan Dide Jiyîn” daxuyanî da. Li qada ku pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Em ne bi tenê ne, em bi hev re ne” hatin vekirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.   JIN JI BO PIŞTEVANIYÊ LI HER DERÊ BÛN    Bûldan anî ziman ku, wan 8'ê Adarê bi şînê pêşwazî kirin û wiha got: “Ez gelek serbilind im ku îro li vir im û bi we re me. Me îsal 8'ê Adarê bi şînê pêşwazî kir. Tişta ku di 8'ê Adara îsal de li pêş e şîn, êş, hêrs û di heman demê de hevgirtina me ye. Ji ber vê yekê em îro li vir in. Ji roja ewil a erdhejê ve jin ji bo hevgirtinê li her derê bûn, li Hatay, Mereş, Semsûrê, Amed, Meletî û Osmaniyeyê bûn.”   KESÊN WELAT BI RÊ VE DIBIN LI KU NE?   Bûldan diyar kir ku, ji roja erdhejê ya ewil heta îro jin li qadan bûn û wiha berdewam kir, “Em jin li her derê bûn. Li her derê HDP’ê hebû, Meclisa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan hebû, jinên femînîst hebûn, yên ku azadiya jinê dixwestin hebûn, yên ku dixwestin li vî welatî hevgirtinê mezin bikin hebûn. Tevî her tiştî, tevî hemû êşan, tevî berdêlên ku hatiye dayîn jî ev yekîtî pir bi nirx e.   NE PÊDIVIYÊN TAYBET YÊN BINGEHÎN IN   Di serî de ez spasiya li hemû jinên ku ji roja ewil de li qadan bûn, femînîst, Meclisa Jinan a HDP’ê û hemû jinên dildar dikim. Ji bo avakirina pireke mezin a di navbera xwişkan de em ji her kesî re spas dikin. Ev pirek bi qîmet e, wê qet neyê hilweşandin. Di vê hevgirtinê de, kamyonên me yên bixemrî hene ku hîn li ser rê ne. Li ser rêya wan kamyonên bi xemrî alavên pêwist ber bi herêmen erdhejê re tînin. Ji roja ewilî li ser rê bûn, îro jî li ser rê ne û dê li ser rêyan bin. Pêdiviyên jinan ne taybet in ên pêwistin. Ped, bincil pêdivîne û pêdiviyên bingehîn e. Wek taybet mirov nikare pênase bike. Divê hemû jin xwe bighînin wan pêdiviyan. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin divê tedbîrên wisa bigirin û wan pêdiviyan bighînin jinan. Em ji bo jinan li vir in.   EM Ê NEHÊLIN ÊŞÊN  ERDHEJÊ BÊN JIBÎRKIRIN   Jinên delal, rojeva Tirkiyê çi dibe bila bibe, yekane rojeva Tirkiyê erdhej e. Em ji kesên dixwazin rojeva Tirkiyeyê biguherînin re nabêjin hûn nikarin bi tu awayî pêşiya rojeva erdhejê bigirin. Em ê nehêlin birîn û êşên erdhejê bên jibîrkirin. Dibe ku yên dixwazin rojevê biguherînin û yên ku dixwazin tiştên qewimî ji bîr bikin hebin. Dibe ku yên naxwazin hewcedariyên mexdûrên erdhejê bînin ziman hebin. Lê em dizanin ku li vî bajarî û li bajarên din ên ku erdhej lê çêbûne hîn jî hewcedarî bi kon, av û hewcedariyên jin, zarok, astengdar û kal û pîran heye. Divê tu kes hewl nede ku rojevê biguherîne.   HÊZA JINÊ DÊ TERA ŞANDINA WE BIKE   Em wek HDP, çi ji destê me bê ji bo şandina hikûmet, tifaqa AKP-MHP’ê em ê bikin, em ê berpirsiyariya xwe bînin cih. Êdî li vî welatî kesek nikare tehemûlê hikûmetê bike. Yên erdhej dît û yên ku ji mirinê rizgar bûn, ên ku êdî pêşeroja xwe di ewlehiyê de nabîne, yên ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dikişînin, hûn ê bi hêza jinê hesab bidin. Jin wê we bişîne, hêza jinê dê têra şandina we bike.   EM BI HEV RE BIRÎNÊN XWE DERMAN BIKIN   Dem hatiye ku em bi gotina 'Jin jiyan azadî', hevgirtina xwe hîn mezin bikin. Dem dema bi hev re bûnê ye. Dema jin bi hev re bin, em ê bibînin ku dem dema çûyîna vê desthilatê ye. Em soz didin we, em ê we bi tenê nehêlin, em jinan bi tenê nehêlin. Pakêtên ku ji bo jinan hatine amadekirin em ê radestî mexdûrên erdhejê bikin. Em ê niha tevlî vê xebatê bibin. Em ê bi jinan re sohbet bikin. Careke din li me hemûyan derbasî be. Em soz didin ku em bi hev re birînên xwe derman bikin. Em soz didin ku em ê hemû pêdiviyên hevalên xwe yên jin ên mexdûrên erdhejê pêk bînin.”