Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn 2023-03-04 15:26:14       AMED/ ÊLIH - Malbatên Windakiriyan faîlên Prz. Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên di sala 1993’yan de piştî ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin hatin qetilkirin û Ahmet Sanir bi Torosên Spî hate binçavkirin cenazeyê wî hate dîtin pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan çalakiya 734’emîn a “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezana a Amedê li dar xist. Di çalakiya ku pankart hatin vekirin de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.    MELÎKE ALP A DI ERDHEJÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA HATE BIBÎRANÎN   Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku ji ber karesata erdhejê ya çêbûyî çalakiyên xwe 3 hefteyan bi awayekî online li dar xistine û wiha got: “Di erdhejê de me gelek mirovên xwe winda kirin. Xwişka xwe ya Melîke ku her hefte di her şert û mercî de li vir bi me re bû jî me winda kir. Em xwişka xwe Melîke û hemû kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.    ÇÎROKA SANIR Ê CENAZEYÊ WÎ HATE DÎTIN HATE XWENDIN    Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Ahmet Sanir ê li gundê Kerûn yê girêdayî navenda Şirnexê di sala 1994’an de bi wesayîta Torosa Spî hate binçavkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin xwend.    JÎTEMÊ JI MALA WAN REVAND   Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan çalakiya 570’emîn ku her hefte dikin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan kir. Di çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” de malbatan wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Prz. Metîn Can û Dr. Hasan Kaya yên ku di 21’ê sibata 1993’an de piştî li navenda Xarpêtê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin xwend. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ercan Kanar anî ziman ku Prz. Metîn Can û Dr. Hasan Kaya di 21’ê sibata 1993’an de ji malên xwe yên li Xarpêtê hatin revandin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.