Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin 2023-03-04 14:01:28   STENBOL - Dayikên Şemiyê bal kişand ku piştî erdhejê bi hezaran kes windabûne û di gorên komî de hatin definkirin û gotin ku divê nasnameyên van bên diyar kirin.   Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan zelal bibe û kujer bên darizandin, di hefteya 936’emîn de çalakiya heftane li ser înternetê lidar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta windayên erdhejê ku agahî ji wan nayê girtin, pirsîn.   Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vîdeoyek erdhejê ku hilweşandinê nîşan dide parve kirin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên di erdhejê de winda bûne li ku ne? Gelek kes li pey xizmên xwe ne ku wan bibînin û dikin û nakin xwe nagihînin wan. Li gorî beyanên şahidan, li ambulansan siwar kirine, birine nexweşxaneyê û hê jî qeydên wan nedîtine. Tevî hemû hewldanan jî negihîştine xizmên xwe windayî. Felaketek giran bi serê mirovan re hat. Hê firsend nedîtine ku birînên xwe bipêçin. Ji ber ku nikarin xwe bigihînin xizmên xwe travmayek giran li ser wan bandor kiriye. Ji ber ku koordînasyonek windayên erdhejê bên dîtin nehatiye avakirin, malbat bi tena serê xwe hatine hiştin.   Em gazî wezaretan dikin ku ji bo windayên erdhejê koordînasyonekê ava bike. Em bi dil û can bi malbatên xwe re ne ku dikin û nakin nagihîjin windayên xwe. Em li cem we ne. Heta hûn bigihîjin hezkiriyên xwe em ê jî li aqûbeta wan bipirsin.”