Operasyona leşkerî ya Geverê didome 2023-03-04 13:54:56 COLEMÊRG - Operasyona ku beriya 3 rojan li gundê Qesran ê girêdayî bajaroka Bajêrgeyê ya Geverê û zozanên wê dest pê kiribû didome.    Li gelek gund û mezrayên bajaroka Bajêrgeyê ya Geverê her roj operasyonên nû yên leşkerî tên lidarxistin. Di nav hefteyekê de destpêkê li gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyida, Xurekana Temo û li qada Astenga Reş operasyonan dest pê kir. Piştre operasyon bi dorê berbelavî gundên Dirbêsan û Dotkan bûn. Herî dawî jî beriya 4 rojan gundê Qesranê yê bajaroka Bajêrgeyê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Hat hînbûn ku ji Geverê hêzên teqviye derbasî gundê ku li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê ye operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.    Hat angaştkirin ku li gundê Qesran ê tenê du malbat lê dijîn û 7 sal in weke "herêma ewlehiyê ya taybet" hatiye îlankirin li ber derê her malekê maşîneyên zirxî hatine rawestandin. Hat bihîstin ku operasyon bi giranî li deverên gund ên mîna Mêvan Ava, Dola Gota, Çiyayê Kotol, Çîlîka Xirabe û Kora Çalê didome.