Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin 2023-03-04 13:15:03   MELETÎ - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê xwe bi hewara waizê 83 salî Azîz Aladag re gihandin û konê ku ji ber li kaşekê jê re hatibû vedan nikaribû têde bimîne veguhastin cihekî rast.    Li taxa Cemal Gursel a navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê, mala waîzê 83 salî Azîz Aladag hilweşiya. Li ser vê Aladag bi malbata xwe re di konekê ku li taxê ji wan re hatiye vedan de bi cih bû. Ji ber ku konê wan li kaşekê hatiye danîn xwest ku cihê konê wan bê guhertin. Lê peywirdaran konê Aladag danîn cihekî bikevir. Hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Aladag li vir jî nerehet bû. Li ser vê endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê xwe bi hewara Aladag re gihandin û konên wî birin li deverek paqij û rast vedan.   Aladag, spasiya ciwanan kir û wiha axivî: "Kon dan û çûn, xwelî û dûman dikeve kon. Xwedê ji van ciwanan razî be. Konê me pir baş bû."   'EM Ê JIYANA NÛ TEV BI HEV RE AVA BIKIN'   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Aydin Koçûk ku ji bo vedana cihê nû yê konê Aladag bû alîkar, ev tişt got: "Kesekî apo tunebû. Dema vedanê kes jê re nebûye alîkar. Li cihekî nêzî me hatiye vedan. Îro apo ji me alîkar xwest. Me jî weke Meclisa Ciwanan alîkariya apo kir û me bi hev re kon veda. Weke Meclisa Ciwanan em ê jiyana nû tev bi hev re ava bikin."