Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin 2023-03-04 12:19:30   ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Manak ku ji aliyê malbata wî ve hat girtin li navçeya Silopiyayê hat veşartin.    Cenazeyê Osman Manak ê HPG'yî di 1'ê adarê de li bejahiya Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Manak ji bo rapora otopsiyê rakiribûn Erziromê. Malbata Manak ji bo girtina cenazeyê kurê xwe ji navçeya Silopiya ya Şirnexê çû Erziromê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Li ser vê yekê cenazeyê Manak radestî malbatê hat kirin û malbat cenazeyê Manak anî Silopiyayê. Li Silopiyayê polîsan ji bo merasîma oxirkirina cenazeyê Manak astengiyan derxist û ji bilî ferdên malbatê destûr neda ku kes tev li merasîma cenazeyê Manak bibe. Ji ber van zextan malbata Manak cenazeyê kurê xwe bi tena serê xwe li Goristana Kizir a li navenda Silopiyayê veşart.    Piştî veşartina cenaze malbata Manak şîna xwe li mala xwe ya li taxa Kizir a navçeyê danî.