Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû... 2023-03-04 09:09:04 SEMSÛR - Halil Îbrahim Akan ku bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin û 20 salan di girtîgehê de maye, diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan jî hilweşiyaye û hevjina wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye. Akan got: "Latek min û Fatek min hebû, lat jî çû Fat jî çû..."   Îbrahîm Halîl Akan di sala 1980’an de ji ber xebatên xwe yên siyasî li Semsûrê tê girtin û bi cezayê darvekirinê tê darizandin. Akan ku sirgûnî gelek girtîgehan tê kirin di sala 1993’an de bi qanûnekê cezayê wî yê darvekirinê tê taloq kirin û piştî 20 salan, di sala 2000’î de ji Girtîgeha Dîlokê dertê. Akan çend salan li Edeneyê li Navenda Çand û Hûnera Mezopotamyayê (NÇM) ya Çûkûrovayê dixebite û di sala 2007’an de vedigere Semsûrê û dizewice. Di erdhejên Mereşê de xaniyê Akan jî hildişewe û hevjina wî Zuhre jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dide.    Akan xemgîniya xwe bi vî awayî anî zimên: "Latek min û Fatek min hebû, lat jî çû Fat jî çû..."   SIRGUN LI SER SIRGUNÊ   Akan diyar kir ku ew di sala 1980’yî de ji ber xebatên xwe yên siyasî li navçeya Kolikê ya Semsûrê hatiye girtin û wiha behsa wan rojan kir: “Ji cezayê îdamê hatim darizandin. Piştî ku hatim girtin, ez anîm Semsûrê û piştre jî birin Girtîgeha Edeneyê. 5 mehan li Edeneyê girtî mam û piştî darbeya 12’ê Îlonê ez anîm Semsûrê. Di sala 1986’an de li Semsûrê erdhejek çebû û di erdhejê de Girtîgeha Semsûrê jî hinek zirar dît. Piştî erdhejê em birin Antakyayê, li wir jî dîsa ez sirgunî Edeneyê kirim. Li Edeneyê em sirgunî Eskîşehirê hatin kirin û li wir jî bi ringê em sirgûnî Girtîgeha Aydinê kirin. Di rê de îşkence li me kirin. Wê demê jî em di greva birçîbûnê de bûn. 2 hevalên me Huseyîn Husnu Eroglu û Mehmet Yalçin Kaya di wê îşkenceyê de hatin qetilkirin.”    LI DIJî ZEXTAN HEVALTÎ Û BERXWEDAN   Akan bi lêv kir ku di sala 1993’yan de bi qanûnekê cezayê wî yê darvekirinê hatiye taloqkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em demekê di Girtîgeha Aydinê de man û di sala 1993’yan de qanûnek derket û di wê qanûnê de girtiyên edlî û çepgir ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, cezayê wan daxistin 10 salan. Yên me kurdan jî daxistin 20 salan û cezayê min ê îdame bi vê qanûnê taloq bû. Piştî Aydinê em sirgûnî Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê kirin û piştrê jî sirgûnî Girtîgeha Dîlokê kirin. Di sala 2000’an de jî ji Girtîgeha Dîlokê derketim. Di 20 salên girtîgehê de zext û îşkence pir bûn, lê li dijî vê yekê hevaltî û berxwedaneke bêhempa jî hebû."   ‘ABORÎ PÊŞ NEKETIBÛ TÊKILÎ CIVAKÎ BÛN’   Akan anî ziman ku di girtîgehê de li ser çîrok û zimanê kurdî jî xebat kirine lê ew ne weşandine. Akan bal kişand ser rewşa civakê ya piştî girtîgehê û wiha pê dê çû: “Ez dema ketim girtîgehê xwarziyeke min nû ji dayik bibû, dema ez derketim ew xwarziya min edî bibû jinek, min ew nas nekir. Ji aliyê civakî ve jî aborî ew qas pêş nebû, tmkili civakî bûn ne li ser aboriyê bû, lê bi taybetî di van 20 salên dawî de piştî ku ji girtîgehê derketim aborî di nava civakê de pir pêş ketiye. Ji aliyê ziman ve jî pir guheradin heye, edî piranî kes bi tirkî diaxivin. Edî gundîtî li gundan jî nemaye, bûye welatekî kapîtalîst.”   DI ERDHEJÊ DE HEVJINA WÎ JÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Akan bi lêv kir ku ew piştî ku ji girtîgehê derketiye demekê li Edeneyê li NÇM'yê xebitiye û pişti ku bavê wî nexweş ketiye di sala 2007’an de vegeriyaye Semsûrê û li Semsûrê zewiciye. Akan diyar kir ku hevjina wî Zuhre jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anîn ziman: “Dema erdhej çebû ez ji bo bixebitim çû bûm Meletiyê. Dema erdhej çêbû, min telefonî kîjan kesên li Semsûrê kir bersiv nedan. Pişt re min bihîst xaniyê me jî hilweşiyaye. Ez ji Meletiyê hatim Semsûrê li ser kavilan tu kes tune bû, qet mudaxale nehatibû kirin. Dilxwaz li ser kavilan dixebitin. Gelê me yê ji Rihayê hatibû dixebitîn. Lê wan jî ji ber ku nedizanîn xebata wan têr nedikir. Piştî rojekê keçek û dêya wê bi saxî ji bn kavilan hatin derxistin. Ev, ji bo me bû hêvî. Ji Çekoslovakyayê jî tîmek hatibû û ji Somayê jî madenvan hatibûn, em malavayiya wan dikin. Piştî 4 rojan me cenazeyê hevjina min ji bin kavilan derxist û defin kir.”   LAT JÎ ÇÛ FAT JÎ ÇÛ...   Akan di dawiya axaftina xwe de êş û azara xwe ya ji ber hevjîna xwe anî zimên û got: “Piştî ku xaniyê min hilweşiya çend rojan em di wesayîtan de razan. Piştî çend rojan ez çûm Mêrsînê lê ne rihet bûm, dîsa vegeriyam hatim Semsûrê û niha li cem birayê xwe di konteynirê de dimînim. Lê lateke min Fateke min hebû, niha lat jî çû Fat jî çû. Hê jî ez nehatime ser hişê xwe.”   MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût