TOP: Xebatên me tên terorîzekirin 2023-03-03 16:25:03   STENBOL – Berdevka TOP’ê Juliana Gozen diyar kir ku li herêmên erdhejê xebatên wan tên “terorîzekirin” û astengkirin û got: “Wê bi ser nekevin.”    Partiya Azadiya Civakî (TOP) têkildarî zextên li ser partiya xwe û binçavkirina endam û rêveberên xwe li avahiya xwe ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê Berdevka Demê ya TOP’ê Juliana Gozen axivî û diyar kir ku polîs her tim endam û rêveberên wan xistiye bin şopandina fizîkî û sixûriyê li wan ferz dikin.    Gozen da zanîn ku endam û rêveberên wan bi destê dewletê tên krîmînalîzekirin û li ser endam û rêveberên wan kompas tên çêkirin. Gozen anî ziman ku ji bo xebatên partiya wan bên astengkirin îktidarê kompas xistine dewrê û got: “Astengkirina xebatên partiyan ên siyasî sûc e. Lewma dewlet sûc dike. Lê em ê bi xebatên xwe îktidarê aciz bikin. Piştî erdhejê îktidar, şoreşgeran dike hedef. Mînaka vê yekê jî xwe li Parka Sevgiyê ya Hatayê êrişên li ser tora piştevanî û alîkariyê xwe da nîşandan. Çend roj berê leşkeran hevalên me ku alîkariyê dibirin gundan desteser kir û bi sîlehan gefan li wan xwar. Dewleta ku li herêmê nebû niha jî bi nîşandana çekan gefan li şoreşgeran dixwe û xebatên wan asteng dike. Lê wê di van astengkirin û kompasan de bi ser nekevin.”