Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome 2023-03-03 15:48:38   AMED - Niştecihên Diyar Galeria’yê ji roja ewil a erdhejê heta niha li pêşiya avahî çalakiyê li dar dixin û dixwazin tiştên xwe yên di hundir de derxînin.    Di encama erdheja Mereşê de du bloqên Sîteya Galeria’yê li ser Cadeya Elazigê ya Bajarê Nû yê Amedê hilweşiya bûn û xebatên hilweşandina du bloqên din jî hatibûn destpêkirin. Şêniyên Galeria’yê ji rojên ewil ve li wir bi daxwaza tiştên xwe ji wir derxînin, çalakiyê dikin. Şêniyan got ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.    Welatiyan got ku dê çalakiya xwe bi şev jî bidomînin.