Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye 2023-03-03 15:09:23   HATAY - Li Hatayê li goristanekê 5 hezar qurbaniyên erdhejê hatine veşartin û dîmenê girtina goristanê jî hatiye qedexekirin.    Yek ji bajarên ku erdhejan bandorê lê kir jî Hatay e. Li Hatayê rakirina kavilên hilweşiyayî berdewam dike. Ji bin kavilên tên rakirin hê jî cenaze derdikevin. Li seranserî bajêr hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bi awayek fermî nayê zanîn. Heta niha hê saziyek dewletê daxuyaniyek fermî eşkere nekiriye. Tenê Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş di 18’ê sibatê de daxuyand ku li bajarê wan derdora 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û herî kêm dê 30 hezar avahiyên xesar dîtine dê bên hilweşandin.    GORISTAN JI BO 5 BEŞAN HATIYE VEQETANDIN    Cenazeyên ji bin kavilan tên derxistin, dibin li goristana ku li taxa Narlica ya navçeya Antakyayê hatiye çêkirin defin dikin. Goristan hatiye dabeşkirn û 5 beş veqetandine. Tê gotin li her beşê hezar cenaze hatine veşartin. Kepçe li goristanê amade ne û ji bo cenazeyên ji bin kaviln tên derxistin goran amade dikin.    ÎŞARETÊN LI SER GORAN    Ji ber ku mezel pir in, nav li serê nehatine nivîsandin û ji ber ku mezelên nû tên kolandin û cenaze tên veşartin, malbat mezelên xwe ji textikên ku nimre li serê hatine nivîsandin û an jî cilek û laçikek lê daliqandine nas dikin.    HIN GORISTANÊN DIN JÎ HENE    Li goristanê mezelên hatine kolandin amade ne, wesayîtên cenaze amade tên sekinandin û gelek leşker nobedê digirin. Berpirsiyarek girtina dîmen û wêneyan asteng kir û got: “Kişandin qedexe ye. 5 hezar kes li vir hatine veşartin. Em jî hejmara zelal nizanin. Lê li deverên din jî heman goristan hatine çêkirin û li wan deran jî bi hezaran kes hatine veşartin. Rewşek gelek giran e.”    MA / Mujdat Can - Azad Altay