Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne 2023-03-03 13:34:18   RIHA - Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 711’emîn de didome. Malbatê ev peyam parve kir: “Rojên ku rêgeza serdestiya hiqûqê serwer be nêz in.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 711’emîn de berdewam dike. Nobeta ku Emîne Şenyaşarê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne, Ferît Şenyaşar jî li ber Edliyeya Rihayê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Qesra Edliyeya Rihayê di roja 711’emîn de têkoşîna me ya edaletê didome. Rojên ku rêgeza serdestiya hiqûqê serwer be nêz in.”