Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir! 2023-03-03 11:37:46 ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê 21 sal in AKP li ser îktidarê ye û li gel di van 21 salan de ewqas li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê erdhej, lehî, bobelatên madenê û bûyerên bombebaranê çêbûn jî lê kesekî îstîfa nekir.    Li Yewnanistanê trêna rêwiyan û trêna bar li hev qelîbîn û herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî qezayê Wezîrê Veguhestinê Kostas Karamanlis îstîfa kir. Li welat 3 roj şîn hat ragihandin. Piştî îstîfaya vî wezîrê li cîhanê di bûyerên bi vî rengî de refleksên diqewimin hatin rojevê. Li gelek welatan di karesatên wiha de berpirsirên dewlet ango îktidarên wan welatiyan îstîfa dikin. Lê belê li Tirkiyeyê tevî ku qetlîamên mezin ku di encama xemsariyê de diqewimin jî tenê kesek jî îstîfa nake.    Mînakên bûyerên bi vî rengî li cîhanê gelek in, wek mînaka îstîfayê ya li Yewnanistanê. Piştî qezaya trafîkê ya ku di 24’ê tebaxa 2018’an de li Bulgaristanê 17 kes mirin, Wezîrê Gihandinê Îvaylo Moskovski, Wezîrê Pêşketina Herêmê Nikolay Nankov û Wezîrê Karên Hundir Valentin Radev îstifa kiribûn. Di 17’ê mijdara 2012’an de di encama qezaya trênê ya ku li Tahire ya Misirê pêk hat de 49 kes mirin, Wezîrê Gihandinê Reşad El-Matenî îstifa kiribû. Serokwezîrê Letonyayê Valdîs Dombrovskis piştî ku di 21'ê mijdara 2013'an de di encama hilweşîna banê navenda danûstendinê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û got, "Berpirsiyariya min jî heye" îstifa kir. Serokwezîrê Japonya Naoto Kan, ku ji ber rêveberiya krîzê ya bêbandor di erdheja 8,9 û tsunamî ya 11'ê adara 2011'an de hat rexnekirin, îstifa kir. Wezîra Veguhastinê ya Kosta Rîkayê Karla Gonzales piştî hilweşîna pira ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da îstifa kir.    JI MEXDÛRAN RE GOT, ‘BÊNAMÛS’    Ev çend mînak in, di erdhejên ku di 6ê Sibatê de erdhejên navenda wê Mereş bû çêbûn û tesîrê li 11 bajaran kiribû, berawirdkirina nebûna îstifayan hat kirin. Li gel ku hejmara miriyên erdheja li Tirkiyeyê ji 45 hezarî derbas bû jî, bertekên li dijî rayedarek îktidara Tirkiyeyê îstifa nekir, zêde dibin. Li ser vê yekê, bi taybetî mexdûrên erdhejê rexneyên "dewlet nîne û dereng maye" kirin. Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li ser rexneyên ku AFAD û Kizilayê li herêmên erdhejê bêbandor in jî wiha got: "Ez dixwazim bibêjim ku me heqaretên ku li saziyên alîkariyê yên sîvîl tên kirin tu carî ji bîr nekiriye û ji bo ku em biqewimin me qeyd kirine. Di siberojê de hesap tê pirsîn. Hey bêehlaq hey bênamûs, Kizilay rojê 2 caran xwarinê dide du milyon û nîv kesî."   Her wiha şirîkê biçûk yê îktidarê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî gef li muxalîfan û muxalefetê û xelkê xwar û wek her demê heqaret kir.    ‘MIZGÎNIYA’ ÎNŞAETÊ    Gotinên ewil ên Erdogan ên derbarê zirarên giran ên piştî erdheja navenda wê Mereşê bû da 10 bajaran jî li ser mizgîniya avahîsaziyê û sitargehê bû. Wiha gotibû, “Ez hêvî dikim ku Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê dest bi xebatên rakirina kavilan bike. Ji ber ku mebesta me ew e ku li Mereşê û 9 parêzgehên din jî bi heman awayî em wek Îdareya Pêşxistina Xaniyan (TOKÎ) van operasyonan pêk bînin.”    Ev gotinên Erdogan, pratîk û gotinên rayedarên îktidarê yên di qetlîam û felaketên berê li Tirkiyeyê qewimîn de anî bîra mirovan.     SOMA: BI PEHÎNAN LI XIZMÊN QURBANIYAN DAN    Di 13’ê gulana 2014’an de li navçeya Soma ya Manîsayê di kana komirê de şewat derketibû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji qezaya kar a madenê ya herî mezin li Tirkiyeyê pêk hat, qetlîama madenê ya Somayê bû. Serokwezîrê wê demê Erdogan heman gotin û gefan xwaribû. Erdogan ê ku wê çaxê serokwezîr bû piştî bûyerê çû herêmê û dîsa gotinên xapandinê kiribû û qezaya kar ji nedîtî ve hatibû. Xizmên karkerên madenê Erdogan protesto kirin. Lê Cîgirê Midûrê Nivîsgeha Taybet ê serokwezîriyê Yusuf Yerkel bi pehînan li xizmên qurbaniyan da.    PIRSÛS: ÎKTIDARÊ TENÊ ŞERMEZAR KRI, MHP’Ê JÎ CIWANAN SÛCDAR KIR    Di 20’ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, DAIŞ’ê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ku dixwestin alîkariyê bibin Kobanê, êriş xwekuj pêk anî. Di êrişê de 34 ciwanên sosyalîst hatin kuştin û bi ser sed kesî re welatî birîndar bûn. Serokkomar Erdogan bûyerê wek “hovîtiyê” pênase kir û daxuyaniya şermezarkirinê da. Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyanî dabû ku wê kujeran derxin pêşberî darazê. Lê belê piştî êrişê pêvajoya darizandinê ku pêk hat, berovajî daxuyaniya Wezaretê hat birêvebirin. Her wiha Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dîsa wek her tim heqaret û gef xwar û Fedarasyona Ciwanên Sosyalîst hedef nîşan dabû û qurbaniyan û birîndaran wek “terorê” pênase kiribû.    ENQERE: AKP’Ê KOMKUJIYÊ WEK ‘GEFÊ’ NIRXAND    Di 10'ê Cotmeha 2015'an de beriya mitînga ji aliyê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê ve bê lidarxistin,  li ber Gara Trênê ya Enqereyê DAIŞ’ê êrişek bombeyî ya xwekuj pêk anîbû û 109 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrişê RTUK'ê li ser saziyên weşanê qedexeya demkî ya weşanê ferz kir û gihandina hin malperên medyaya civakî (Twitter, Facebook) û malperên înternetê asteng kir. Piştî êrişê rayedarên AKP’ê ev bûyer ji bo hilbijartinan weke “gefê” nirxand, Wezîrê Daristan û Avê Veysel Eroglû jî gotibû, "Yên ku dixwazin aramiya gel xera bikin, bi taybetî di dema hilbijartinê de, her tim van kiryarên terorîstî dikin. Berê li Amedê beriya hilbijartinan 'tenê ji bo ku benda hilbijartinê derbas bikin', me heman fîlm li Amedê dît. Me li cihên din jî dît.” Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok jî diyar kir ku tu xisarên ewlehiyê tune ne.   QEZAYA TRÊNÊ YA LI ÇORLÛ: KÊMASIYA KONTROLÊ YE    Di 8’ê tîrmeha 2018’an de trêna rêwiyan ku ji Kapikuleyê diçû Stenbolê li navçeya Çorlûyê qeza kir û 5 vagon qelibîn û di qezayê de 25 kesan canê xwe ji dest da û 317 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê rayedarên hikûmetê ango îktidarê berpirsiyariya xwe qebûl nekirin û tenê peyamên sersaxiyê weşandin. Parlamenterên muxalefetê ji bo lêkolînkirina bûyerê pêşniyazname dan Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Cahît Tûran û pêşniyaznameyê ji nedîtî ve hat û wek kêmasiya kontrolê pênase kirin.    ERDHEJA ÎZMÎRÊ: SOZA XWE BICIH NEANÎN    Piştî erdheja ku navenda wê li peravên Girava Samos a Yewnanistanê bû, di 30’ê cotmeha 2020’an de li Îzmîrê jî çêbû, 117 kes mirin û hezar û 553 kes jî birîndar bûn. Hikûmeta ku piştî vê erdhejê berpirsyariya bûyerê negirt ser xwe, ji bo avakirina avahiyên nû "mizgînî" da. Serokkomar Erdogan got, "Em bi projeyên veguherîna bajaran stokên xwe yên li hemberî erdhejê nû dikin û her roja ku derbas dibe welatê xwe ji bo bobelatan amade dikin. Êşa erdheja Elezîz û Meletiyê ya di meha çile da pêk hat hê dewam dike. Ev xebera Îzmîrê em gelekî xemgîn kirin." Li aliyê din Wezîrê Bajarvaniyê Murat Kurum jî diyar kir ku li Îzmîrê jî mîna piştî erdheja Mereşê dê di nava salekê de avahî bên teslîmkirin. Lê tevî 2 sal û nîvên navberê jî piraniya welatiyên di 17 avahiyên hilweşiyayî de dijîn nekarîn vegerin malên xwe.   LI BEHRA REŞ LEHÎ: AKP LI XWE MIKÛR HAT    Di encama lehî û şimitîna axê ya piştî barana zêde ya ku di 11’ê tebaxa 2021’an de li bajarên rojavayê Behra Reş de rû da, li bajarên Kastamonu, Sînop û Bartinê bi giştî 82 kesan jiyana xwe ji dest dan, 228 kes jî birîndar bûn. 16 kes ji bo kesên hatin windakirin doz hat vekirin. Piştî karesata lehiyê Serokê Meclisê AKP'ê Mustafa Şentop li xwe mikur hat û got, "Diviyabû li navçeya Bozkurtê destûra înşaetê nehatiba dayîn. Heke em bi perspektîfên salek du salan lê binêrin, ev yek ne pêkan e. Bi xwezayê re pir bi zanebûn di nava ahengekê de ye, bi xwezayê re di nava ahengekê de ye, bi têgihîştina wê re û xebatên mezin dikin." Lê belê piştî wê karesatê, dema ku lehî li gelek bajarên Behra Reş diqewimî, avakirina li ser heman çeman berdewam kir.   BERPIRSIYARIYÊ NEGIRTIN SER MILÊ XWE    Ji xeynî van, di erdhejên Wan, Çewligê, lehiyên ku her havîn li Rîze, Artvîn û Gîresûnê rû didin, qezayên madenê yên li Karaman, Zonguldak, Bûrsa û Şirnexê û gelek cînayetên kar, teqîn û cînayetên siyasî qewimîn û heta niha tu rayedarên AKP’ê ango îktidarê îstîfa nekirin û berpirsiyariya xwe jî qebûl nekirin. Îktidar berpirsyariya felaketan dixe stûyê xwezayê, qezayên kar jî wek "çarenûs" pênase dike û êrişên siyasî jî tenê bi "şermezarkirinê" re sînordar dimîne.    MA / Tolga Guney