'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir' 2023-03-03 10:20:39   STENBOL - Rojnamevanan destnîşan kir ku li herêmên erdhejê astengkirina rojnamevanan û qedexekirina weşanê dijî hiqûqê ye û gotin: "Desthilat ji bo bêkêriya wê û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir."    Di ser erdhejên Mereşê re 26 roj derbas bûn. Desthilata ku nikare ji bo bangawaziyên gel bibe bersiv, rojnamevanên ku mexdûriyeta gel radigihînin hedef digire. Piştî ku Serokkomarê AKP'î Erdogan li herêma erdhejê Rewşa Awarte ragihand, dest bi binçavkirina rojnamevnaan jî hat kirin. Serokê Giştî yê DÎSK BAsin-ÎŞ'ê Farûk Eren û Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Parêzer Veysel Ok hedefgirtina rojnamevnaan nirxandin.    ROJNAMEVANÊN KURD HEDEF TÊN GIRTIN   Veysel Ok bibîr xist ku çapemeniya kurd ku piştî erdhejê demildest çû herêma erdhejê û îhmalkarî û kêmasiyên li wir ragihandin raya giştî, li vir ji aliyê desthilatê ve hedef hatiye girtin û got: "Piraniya rojnamevanên li herêma erdhejê kurd in. ev yek bala desthilatê kişand. Ji ber vê desthilatê ewilî malperên çapemeniya kurdî asteng kirin."   Ok destnîşan kir ku çapemeniya kurdî ji zû de di hedefa desthilatê de ye û got ku zêdetirî 60 rojnamevanên kurd girtî ne. Ok anî ziman ku ev êrişên desthilatê yên li ser çapemeniya kurd di heman demê de helwesta wê ya ji bo meseleya kurdî jî dide der û wiha domand: "Piştî erdhejê Wezîrê karên Derve Mevlut Çavûşoglû bi hemû zimanan malavayiya welatên ku alîkariya Tirkiyeyê kirine kir. Lê bi kurdî nekir. Ev jî rengvedana helwesta desthilatê ya ji bo meseleya kurdî ye. Lê li dijî van zextan dengekî hevpar divê. Piştî erdhejê 304 malper di rojekê de hatin girtin. Ev biryar, biryareke bêhiqûqî û polîtîk e."     Ok diyar kir ku kêmasî û binpêkirinên mafan ên piştî erdhejê çêbûne li bara raya giştî bûne cihê bertekên mezin û got ku ji ber vê desthilatê jî platformanên medyaya sanal "berteng" kiriye. Ok got: "Bi zanebûnî rê li ber mirina mirovan vekirin. Bi saya twîtan cihê gelek kesan diyar bû û ev mirov xelas bûn. BTK'ê bêyî hincet di bin navê 'dezneformasyonê' de medyaya sanal asteng kir. BTK li teref desthilatê tevgeriya. Ji dêvla ku jiyana mirovan û rêxistinkirina mirovan esas bigire, astengkirina ragihandina îhmla û kêmasiyan tercîh kir. Ji ber vê me ew gilî kir."    PIŞTÎ REWŞA AWARTE ASTENGKIRINA ÇAPEMENIYÊ   Farûk Eren jî got: "Desthilat ji bo kêmasiyên wê û bêkêriyên we neyên bihîstin êrişî rojnamevanan kir." Eren destnîşan kir ku desthilat bi RTUK û "qanûna sansurê" dixwaze çapemeniyê biçewisîne û got ku ev tiştekî kêfî ye û piştî ragihandina Rewşa Awarte ketiye dewrê.     Eren bilêv kir ku li hemberî çapemeniya kurd zext û zoriyên mezin hene û bal kişand ser rojanmevanên girtî. Eren di dawiyê de got: "Em gelek nûçeyên herêmê ji çapemeniya azad dibihîsin. Desthilat dê hewl bide kesên ne ji xwe bitepisîne."