‘Bavê leheng’ û bêçaretî! 2023-03-03 09:41:21   HATAY - Gelek mirovên li hemberî zarokên xwe ketine şermê, li dijî dewletê bihêrs, ji xwe aciz, gelek kesên dibêjin ‘yên mirîn rizgar bûn’ û hêviya ku roj bi roj tune dibe. Êdî tiştekî ji vê wêdetir tune ye.    Adnan Dagli (43), tirkeke dilxwazê welêt, milet û dewleta xwe ye! Niha vê pirsê dike: “Ma ev tu çi Komara Tirkiyeyêyî?” Dewleta wî ya ku baca xwe didayê, leşkeriya wê kirî û bêyî dudilî her daxwaza wê pêk anî, di rojên zehmet de li cem wî nebû û bi derfetên xwe 5 saet piştre ji bin kavilan derket. Bi tena serê xwe di bin baran û seqemê de li benda dewleta xwe sekinî lê bi hawara wî nehatiye. Dewleta wî ya ku bi rojan nehatî, dema zarokê xwe yê astengdar dibir nexweşxaneyê, pirsa nasnameya wî ya di bin kavilan de mabû jê kiriye. Dewleta ku wî di oxirê wê de canê xwe feda dikir, ji bo nasnameya xwe îspat bike jê xwestiye ku xizmekî xwe yê nêz bîne, navê dapîra xwe bibêje û sê cîranên xwe weke şahid nîşan bide. Îcar dê biçe dapîr, xizm û cîranan bibîne, dê 10 hezar TL li hesaba wî bên razandin, dê biçe Edeneyê û vî pereyî bikişîne.    DEMA JI DAYIK BÛ ‘TAZÎ’ Û DEMA DIMIRE JÎ ‘TAZÎMAZÎ’ YE   Dagli, piştî ku şoka erdhejê li ser xwe diavêje fêm dike ku “Dema ji dayika xwe bûm tazî bûm, dema dimrim jî tazîmazî me.” Li hêla din 70 lîreyên xwe yên bi firotina şînkahiyên şimşîr, defne û murtê yên ji Çiyayê Habîb-î Neccar berhev kiribûn qezenckirî jî winda kiriye û bêçare ye.    FEDÎ DIKE, PERÎŞE YE, TÊKÇÛYÎ YE   Di esasê xwe de ya ku Dagli dikuje û wî zêde diqehirîne ew e ku nekariye ji bo zaroka xwe ya 10 mehî tiştekî bike. Li hemberî zaroka xwe ya ku dê di rojên pêş de wî weke leheng, xwedê, bihêz, bêhempa, bêqisûr bibîne zêde bêçare, şermok, perîşe û têkçûyî ye. Niha herî zêde êşa vê bêçaretiyê dikişîne. Ji ber pêlên nîjadperestiyê ji bîr kiriye ku tenê moriyek e, mîna fîlek be tegeriyaye lê weke bi hezaran “welatparêzên” din ên ku hêj di hevrûbûna ewil de xeyalên wan têk diçin, nerazîbûna xwe bi çêr, bihêrs û bi dengekî bilind tîne ziman: “Ji bo zaroka xwe mama peyda bikim, bi roja min ber deriyên xelkê destê xwe vekir.”   BI TENÊ NÎNE   Hatay, bajarekê wêrane ye, bûye warê xirbeyan û Dagli li vî bajarê ne bi tenê ye. Mirov berê xwe bide kîjan rexê, tu guhê xwe li kîjan dengî bikî mêvan, dengê “Dinya bi serê me de hate xwarê” bilind dibe.  Delal Toprak (56) a ku jê tê xwestin ji Oarka Sevgiyê derkeve jî yek ji wan kesên xwedî xeyalên têkçûyî ye. Rûyê wê sar, çavên wê tije rondik û zorê dide xwe ku negirî. Ji dewleta ku bo rakirina kona wê hatiye dibêje; “Niha jî me ji vir diqewirînin. Gelo ma mirov ji warê xwe tê qewirandin?”    TU BI TENÊ DIJÎ LEWMA BO TE KON TUNE YE    Ji kuneke di qirika wî de hatiye vekirin hewl dide dengê xwe bide bihîstin. Bi îşaretên destdan hewl dide bibêje ku ji sedî 90 astengdar e, hevjîn û xizmên xwe winda kiriye, bêkes û bêxwedî ye. Mirov hewce nabîne ku navê wî jê bipirs e, ji ber ku hemû kes li vir dişibin hev. Bajarekî ku bi êş, xizanî û bi tunebûnê re wekî hev bûye. “Ez astengdar im. Ji min re gotin ku tu bi tena serê xwe dijî lewma em kon nadin te. Bû 25 roj ku di wesayîtê de radibim û rûdinim. Serşûştin tune ye, daşir tune ye, av tune ye, xwarin tune ye.”    Hatay…    MA / Sedat Yilmaz