Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê 2023-03-03 09:05:11 HATAY - Marina Schmid û Max Höcker bi mebesta piştevaniya mexdûrên erdhejê re ji Almanyayê hatin Hatayê. Bi xwe re mitbaxeke mobîl anîn û rojane bo hezar û 500 kesan xwarinê çêdikin.    Di erdhejên Mereşê de yek ji bajarên herî zêde hilweşiyayî Hatay e. Bi sedan dilxwazên bo alîkariyê berê xwe dayîn bajar, tax bi tax birînên gel derman dikin. Ji Amedê heta Wan, Agirî, Dêrsim, Mêrdîn, Şirnex, Edene, Stenbol, Îzmîr û gelek deverên din, bi sedan dilxwaz li bajar in û ji xizmetên tenduristiyê heta belavkirina xurekan, ji vegirtina konan heta daşirên gerok û avakirina serşokan, gelek xebatan dimeşînin.    Di nava dilxwazên ku piştevaniyê gav bi gav dirêsin de gelek kesên ji bajarên Ewropayê hatin jî hene. Xwendekara zanîngehê Marina Schmid û Max Höcker jî ji wan kesan in. Bi mebesta dermankirina birînên mexdûrên erdhejê, ji Almanyayê berê xwe dane Hatayê û ev 14 roj in bênavber dixebitin. Schmid û Höcker, bi xwe re mitbaxeke mobîl anîne û li Sevgî Parki ya navçeya Defneyê danîne. Her du ciwan rojane ji bo hezar û 500 kesan xwarinê çêdikin. Schid û Höcker di saetên zû yên serê sibehê de hişyar dibin û heta saetên êvarê jî xwarinên cuda çêdikin. Her wiha dilxwaz jî di mijara çêkirina xwarinê de jê re dibin alîkar.    'PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE’    Max Höcker da zanîn ku wan amûrên çêkirina xwarinê kirîne û bandora erdhejê ya li ser bajar weke “karesat” pênase kir. Höcker got ku nizane bê ka rewşa li bajar lê rasthatî dê çawa vebêje û ev tişt anî ziman: “Karesateke pir mezin e. Dema em ji ewil hatin bajar, ji ber asta karesatê em şok bûn. Ji bo bibin alîkar me tavilê xwe organîze kir. Pêdiviya van mirovan bi piştevaniyê heye û baş bû ku em hatin.”    Marina Schmid jî destnîşan kir ku pêdiviyên mexdûrên erdhejê bi gelek tiştan hene û wiha got: “Tenê kon û cil û bergên li ser ên van mirovan hene. Ji bilî vê tu tiştekî wan tune ye. Em tenê xwarinê didin. Lê pêdiviyên wan bi tiştên din jî heye. Li vir hewcehiya wan bi piştevaniyeke mezin heye.”    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can