‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e' 2023-03-03 09:04:36   SEMSÛR - Aze Denîz Akşar ku li Semsûrê daxilî nava tora piştevaniyê ya dilxwazan bûye û alîkariya mexdûrêne rdhejê dike got: "Piştevaniya gel gelekî ji hêza dewletê wêdetir e."    Ji roja ewil a erdhej, ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran mirov ji bo alîkariyê berê xwe dan herêmên erdhejê. Welatiyên ku bi derfetên xwe gelek kes ji bin kavilan rizgarkirin, careke din nîşan dan ku bê piştevaniyeke rêxistinkirî çi qasî bihêz e.    Ji dilxwazên li qadê xebitîn Mecmettîn Toptamûr ê 61 salî, li Stenbolê dimîne. Lê gava dibihîse erdhej çêbûye berê xwe dide herêma erdhejê û daxilî nava xebatan dibe.    Toptamûr anî ziman ku roja ewul demildest lazmatiyên sereke berhev kirine û li TIR'an bar kirine û berê xwe dane herêma erdhejê. Toptamûr diyar kir ku ji Stenbolê heya Meletiyê tenê carekê ji bo mazotê û carekê jî ji bo şorbeyê vexwin sekinîne û got ku hewl dane demildest lazmatiyan bigihînin mexdûrên erdhejê.    Toptamûr wiha domand: "Rê xera bûbûn. Berf hebû. Baran dibariya. Ceryan tune bû. Dinya nexweş bû. Wesayiat duduyan a gihîşt Meletiyê ya me bû. Gel hemû li kuçeyan bû. Virde wirde dibeziyan. Mirov li cihekî digeriyan ku lê bihêwirin."    ‘JI XEYNÎ DILXWAZAN KESÎ ALÎAKRIYA GEL NEKIR'   Toptamûr diyar kir ku birayê wî yê 65 salî jî ji Êlihê hatiye Meletiyê û got ku wî û birayê xwe li herêma erdhejê dest bi çêkirina xwarinê kirine. Toptamûr anî ziman ku tevî Koordînasyona Krîzê ya bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin xebitîne û got: "Kesên tiştên li vir qewimîn dîtibin, nikare terka van deran bike. Ji xeynî dilxwazan kesî alîkariya gel nekir. 11 rojan li Meletiyê mam û paşê hatim Semsûrê. Li vir jî me bi wesayîtan alîkarî ji gund û navçeyan re bir. Niha ez di konebajar de dixebitim. Ev konebajar ji aliyê HDP'ê ve hatiye avakirin. Rewşa li vir ne ew rewş e ku bi gotinê nayê ravekirin."   'DEWLET JI DÊVLA ALÎKARIYÊ BÛ QEYD Û BEND'   Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Aze Denîz Akşar (22) jî tevlî platformên piştevaniyê bûye û hatiye Semsûrê. Akşar destnîşan kir ku ji AFAD, Kizilay û saiziyên din ên dewletê tu alîkarî nehatine û got: "Dewletê dest ji şandina alîkariyê berde, alîkariyên tên şandin desteser dike."   PIŞTEVANÎ   Akşar bal kişand ser tora dilxwazan a ku li Semsûrê bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin û got: "Hem di dema kavilan de hem jî di warê jinûveavakirinê de dewlet ji dêvla alîkariyê bû qeyd û bend. Lê çanda piştevaniyê ya li vir hêviya me xurt dike."    ‘HÊZA GEL JI YA DEWLETÊ WÊDETIR E'   Akşar bal kişand ser konebajarên ku li bajêr ji aliyê dilxwazan ve hatine avakirin jî û got: "Li vir çend konebajar hene. Konebajarê niha bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin. Gel ev konebajar ava kir. Cilşoxane jî anîn vira. Perwerdekaêrn dilxwaz hene. Bi zarokan re eleqedar dibin. Tenduristkar hene. Li vir hem lazmatiyên dilxwazan hem jî yên mexdûran tên peydekirin. A rast piştevaniya gel gelekî ji hêza dewletê wêdetir e."    MA / Omer Akin