'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida' 2023-03-03 09:03:27 SEMSÛR - Mexdêrê erdhejê Hasan Arin ku di erdhejê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane diyar kir ku çend rojan qet mudaxale li Semsûrê re nehatiye kirin û got ku heke alîkarî zû bihata kirin ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedidan.    Erdhejên Mereşê bandor li gelek bajaran û bi dehhezaran mirovan kir. Ji bajarên ku bandoreke mezin ji erdhejê girtin, yek jê jî Semsûr e. Li Semsûrê bi hezaran avahî hilweşiyan û ew qas jî xesar dîtin û bi hezaran kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku dereng mudaxileyî Semsûrê hat kirin, gel bi hêrs e.    Hasan Arinê ku li Taxa Tûrgûtreîsê ya Semsûrê dikana wî hilweşeiyaye û gelek xizmên wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane,  diyar kir ku çend rojan qet mudaxale li Semsûrê re nehatiye kirin û got ku heke alîkarî zû bihata kirin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedidan.    ‘DENGÊ MIROVAN JI BIN KAVILAN DIHAT’   Arin diyar kir ku gelek xizmên wî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane û nerazîbûna xwe ya mudaixleya dereng wiha anî ziman: “Xaniyê me pir xesar negirt lê gelek xizmên me di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Xalojna min, bûka wê, neviyeke wê ya 3 salî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Xaleke min jî tevî 2 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Yek jin bû yek jî mêr bû. Bi tevahî nêzî 50’î xizim û nasên me jiyana xwe ji dest dan. Heke tîmên AFAD’ê berî nîvro bigihîştana ewqas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Dewlet û AFAD dereng hatin. Em li ser kavilan bûn, dengê mirovan dihat lê me nedikarî mudaxile bike. Ez li ser kavilên xalê xwe bûm, heta saet sêyê şevê em li ser kavilan dixebitîn. Dengê zarokên xalê min dihatin, digotin 'avê ji me re berde, qultek be jî em devê xwe şil bikin.' Heke mudaxile zû bihata kirin belkî ev kes hemû bihatana rizgarkirin."    ‘TU TEVDÎR NEHATIN GIRTIN’   Arin bal kişand ser negirtina tevdîrên ji bo erdhejê jî û wiha pê dê çû: “Li vir xwaringeha min hebû, niha hilweşiyaye. Tevî ku herêma me herêmeke erdhejê ye jî dewletê tu tevdîr negirtin. Ji ber ku vir herêma erdhejêyê divê dewletê ji bo kon û pêdiviyên jiyanî amadekariyên xwe kiribûna. Piştî erdhejê divê dewlet ew qas dereng nehatana. Ji ber ku tevdîrên vê yekê tune bûn, gelek kesan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî di vê sir û seqemê de li derve man. Mixabin mirov hebûn ku di bin kavalan de me dengê wan dibihîst, lê ji ber ku alîkarî nehat kirin piştî demekê jiyana xwe ji dest dan.”   GELEK KESAN JI BER SERMAYÊ JIYANA XWE JI DEST DANE   Arin destnîşan kir ku tevî vê yekê jî gel alîkariya hev kiriye û bi derfetên xwe alîkariya kesên ku di bin kavilan de mane kirine. Arin bi lêv kir ku ji ber ku kon dereng hatine gelek kes di sir û seqemê de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî erdhejê em malbat, em çar 4 rojan di hundirê erebeyê de man. Kon tune bûn. Ez û hevjîna xwe û du zarokên min ên 6 û 3 salî tevî sir û seqemê em di hûndirê erebeyê de bûn, bi zehmetî me pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn dikirin. Wê şeve herî pir jî mirov ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Kon nehatin. Piştî roja 5'an an jî 6'an kon li welatiyan belav kirin."    MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargut