Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê 2023-03-02 16:12:22   WAN - Hestiyên di Rûbarê Zîlanê de derketin holê, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ve hatin komkirin û ji bo diyarkirina testa temenê wan ji ATK’ê re hatin şandin.    Bi kêmbûna rêjeya ava Bendava Koçkopru ku li ser Rûbarê Zîlanê yê li Geliyê Zîlan a Erdîşa Wanê hatiye çêkirin, di 12’ê kanûna 2022’yan de hestiyên kurdên di 13’ê Tîrmeha sala 1930’an de bi awayekî komî hatin qetilkirin, derketin holê.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê û Komeleya Parastin û Lêkolînkirina Berhemên Dîrokî (Çev-Der) ya Wanê, di 22’yê kanûnê de bi pêşengtiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê çûn herêmê û lêkolîn kirin. Di hema rojê de ji bo komkirin û lêkolînkirina hestiyan, li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê serlêdan hate kirin.    Piştî serlêdanê, dosya ji 3 dozgeriyan re hatin şandin û hestî hatin komkirin. Li qada behsa xeberê kilox, dest û lingên nêzî 60 kesan ji bo tespîtkirina temen ji Saziya Tipa Edlî re hatin şandin.    Hat zanîn ku lêpirsîn dê li gorî testa temenê hestiyan pêş bikeve.    MA/ Cengîz Ozbasar