DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an 2023-03-02 15:49:36   AMED - DFG’rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha sibatê parve kir. DFG’ê da zanîn ku bi girtina 4 rojnamegerên dawî re hejmara rojnamegerên girtî derket 44’an.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Sibatê” eşkere kir. Rapor, li ser malpera înternetê ya komeleyê hat parvekirin.    Rapora DFG’ê ya meha sibatê wiha ye:    “Li gel Tirkiye û Kurdistanê, bi giştî mirovahî di meha Sibatê de bi karesateke xwezayî re rûbirû man. Ev karesata ku navenda xwe Mereş bûn, di 6’ê Sibatê de bi du erdhejên mezin pêk hat. 25 jê hevpîşeyên me bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî bê mal û bê debar man. Ji ber vê êş û jana mezin em; ji bo hemû canên ku koçî axa sar kirin dubare rehmet, ji birîndaran re şîfaya xêrê û ji xwediyên êşê re jî sebrê hêvî dikin.    CIHÊ KU ROJNAMEGER LÊ TÊN ASTENGKIRIN TEQEZ TIŞTEK TÊ VEŞARTIN   Di nava hemu zor û zehmetiyên vê karesatê de rojnamegerên li ser şopa heqîqetê li derve di bin sir û seqemê de, di bin kon û avahiyên şikestî yên li ber hilweşînê de, kêliyek jî dev ji xebatê bernedan û ji bo raya giştî rastiya vê rewşê bibîne, kar û xebatên xwe yên ragihandinê kirin. Lê hikûmetê ev kar bi heman kelecanê nekir. Yeksera civakê li hemberî êşa vê karesatê bi yek dengî dikir qêrîn û digot ‘dewlet û hikûmet li ku ye.’ Rojnamegeran jî vê hawara gel dikir nûçe û didan ber weşanê. Ji bo kesê di bin kavil de bûn kêliyek dem jî zêdetir girîng bûn. Di vê rewşê de jî hikûmetê em rojnameger kirin hedef. Gelek ji van rojnamegerên ku ji roja destpêka erdhejê ve di rêyan de, di nav gel û konan de, li ser û bin kavilan rewş radigihandin, an rastî tundiyê hatin an gef li wan hat xwarin, an jî hatin binçavkirin. Weke Komaleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, weke her carê em dîsa dibêjin ku em van kiryaran napejirînin. Cihê ku rojnameger lê tên astengkirin, teqez li wir tiştek heye. Divê baş bê zanîn ku şert û merc di çi astê de dibin bila bibin, dê rojnameger li ser karê xwe bin û hewl bidin ku rastiya geşedanan ji raya giştîre ragihînin.    ROJNAMEGER HEDEF HATIN GIRTIN   Rojnamegerên li 11 bajaran rewş dişopandin û dikirin nûçe, ji aliye Serokê RTUK’ê Ebubekir Şahîn ve bi van gotinên; ‘ne hedê kesiye ku nûçeyên bêmoralkirinê çêke’ hedef hatin girtin. Di yekserê mehê rê li ber gelek rojnamegeran hat girtin û nehiştin li ser erdhejê nûçe çêkin û weşanê bikin.    HEWLDANA LÎNÇKIRINÊ    Rojnameger Mîr Alî Koçer, dîmena polîsê ku dibêje ‘dewlet li vir e’ û nahêle li Mereşê kesê ku li ser bêserûberbûna Koordînasyona Erdhejê biaxive asteng dike ji raya giştî re parve kir. Li gel astengiyan, rojnameger raste rast bûn hedefa êrişan. Nûçegihan Sevgî Şahîn û kamereman Omur Dîkme yên Fox TV’yê aşkera kirin ku ew li navçeya Pazarcik a Gurgum’ê di dema weşanê de rastî êrişa hin kesên li herêmê bûn hatine. Rojnameger Rabia Çetîn jî got; ‘Wê li Semsûrê di kêliyên xirabeyên Sîteya Umut dişopandin, bi qasî 15 cerdevanan dema dîtin ez rojnamegerim êrişê min kirin û xwestin min lînç bikin. Lê ji aliyê mexdûrên erdhejê ve ji destên wan hatim rizgarkirin.’    ŞERTÊ QERTA TURKUAZÊ    Kesê ku ji erebeya xwe peya bû û di dest de çakûç êrişî ekîba Halk TV’yê ya li Meletyê kir ku piştî erdhejê rakirina kavilên avahiyan dişopandin. Li Amedê ji roja 8’ê sibatê û şûn ve ji bo rojnameger karibin xebatên rizgarkirinê yên di avahiyên xirabe de tên kirin bişopînin, ji bo yên li Tirkiyê şertê qerta Turkuaz û ji bo biyaniyan jî şerta akredîteyê derxistin. Hat xwestin ku serlêdana Midûriyeta Heremê ya Serokatiya Ragihandina Rojnamegeran bikin.    NIKARIN RÊ LI BER HEQÎQETÊ BIGIRIN   Di pêvajoyeke wisa de divê desthilatdarî hemû hêz û werza xwe ne ji bo astegkirina rojnamegeran, ne ji bo fetisandina azadiya raman, divê ji bo pêwîstiyên leşzgîn ên gel bixe meriyetê. Ne pêkane bi rêbazên binçavkirin, tundî û jikarderxistinê bikarin rê li ber rastî û heqîqetê bigire.   Çawa ku hikûmet berpirsê bersivandina her cureyên pêwîstiyên mexdurên erdhejê ye; rojnameger jî di heman astê de berpirse ku pêwîstiyên pêk nayên ji bo wergirtina mafên agahiya gel xebatên xwe bike. Rojnameger, pêdiviyên gel ên ji aliyê hikûmetê ve pêk nehatine dike nûçe û dê ji vir şîn ve jî bi heman biryarê berdewam bike.    9 MEH IN ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN   Rojeva lêpirsîn û darizandina rojnamegeran ji bo rojnamegeran wek karesata erdhejê ye. Di ser girtina 16 rojnamegerên ku 16’ê Hazîrana 2022’an de hatin girtin 9 meh derbas bûn. Lê hê jî îdianame nehatiye nivîsandin. Naye zanîn çima ewqa demdirêj di nava çar dîwaran de girtî hatine hiştin. Parêzerê rojnamegerên girtî û hevpîşeyên heta îro der barê hinceta girtina ven rojnamegerên girtî de tu agahî ji berpirsên pergala darazê negirtine. Baş tê zanîn ku ev rewş bi serê xwe rêbazeke din a cezakirinê ye. Em careke din daxwaz dikin ku lêpirsîn bê dawîkirin û rojnameger serbest bên berdan.    BANGA JI BO RÊXISTINÊN ROJNAMEGERAN   Li ser navê Çapameniya Azad û rojnamegeriyê dozeke din a girîng jî doza 29’ê cotmehê ya 9 rojnamegearn e. Îdianameya piştî sê meh û nîvan derket ji 210 rûpelan pêk tê. Ev jî bêtir der barê 149 nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ne. Ev îdianame nîşan dide ku rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û tên darizandin. Em banga li hemû rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikin ku roja 16’ê gulanê werin û tevî danişîna vê doza rojnamegeran bibin.   BINPÊKIRIN    Binpêkirinên mafan ên meha sibatê wiha ne; di meha sibatê de 4 rojnameger hatin girtin û bi vê yekê re hejmara rojamegerên girtî derket 88’an. Di meha sibatê de 7 rojnameger rastî êrişê hatin, 15 jê rastî miameleya xerab hatin, li 11 rojnamegeran gef hate xwarin, 24 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin, bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin, 8 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, derheqê 14’an de lêpirsîn hate destpêkirin, ji bo rojnamegerekî 11 meh cezayê hefsê hate dayîn û ji 38 dosyayan 102 rojnameger hatin darizandin.    Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) di meha sibatê de 10 biryarên qedexekirina weşanê dan, ji bo 4 televîzyonan di asta herî jor de cezayê pereyan da, ji bo 3 rojan cezayê reşkirina ekranê da televîzyonekê. Her wiha di meha sibatê de 4 malperên înternetê hatin girtin, 19 jê hatin astengkirin û naverokên 345 parvekirinên medyaya civakî jî hatin astengkirin.”