Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe 2023-03-02 15:07:59 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê di danişîna doza ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarî wî hatiye vekirin de axivî, anî ziman ku sûcê qirkirinê bi demê re tê guhertin û anî ziman ku divê bi paşerojê re hevrû bin.    Danişîna duyemîn a doza derbarê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan de ji ber nivîsa bi sernavê “Ji bo Edalet û Heqîqetê Dawî li Înkarkirina Qirkirina Ermenan Bînin” ku di 24’ê nîsana 2017’an de li ser malpera ÎHD’ê hatiye weşandin bi îdiaya “Rast e rast dewleta tirk biçûk xistiye” hatiye vekirin li 24’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hate lidarxistin. Şewirmenda Karên Siyasî ya Yekitiya Ewropayê (YE) Sema Kiliçer û gelek parêzvanên mafên mirovan danişîn şopandin.    ‘CEZAYÊ QIRQIRINÊ BI DEMÊ RE NAYÊ GUHERTIN’   Turkdogan ê di danişînê de mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku ÎHD li dijî qirqirinane û wiha got: “Em li tiştên ku di sala 1915’an de hatin kirin weke qirkirinê lê dinerin û li dijî derdikevin. Navenda me ya giştî di vê mijarê de gelek caran daxuyanî da. Heke tiştek sûc be sûc e, sûcê qirqirinê bi demê re nayê guhertin. Gotina ‘Qirkirina Ermenan’ tu car nabe sûc. Divê ev di çarçoveya azadiya raman de bigirin dest. Em dixwazin bi paşêrojê re hevrû bibin. Em behsa mijareke ku li Tirkiyeyê bi awayekî konjonkturel tê guhertin dikin. Mînak hin serdeman dema em dibêjin ‘qirkirin heye’ lêpirsîn nayê vekirin lê hin serdeman jî tên cezakirin.”   ‘WELATEKÎ KU GOTINA QIRKIRINÊ LÊ BÊ DARIZANDIN NÎNE’   Parêzer Kerem Altiparmak, têkildarî dozên weke hev biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi bîr xist û wiha axivî: “Mirov bi salan neçar dimînin bi van sûcdariyan re rûbirû bimînin. Sûcdarî xebata li dijî berjewendiyên Komara Tirkiyeyê ye lê tişteke wisa nîne. Dozger qirkirineke ku serdema Osmaniyan de qewimî weke sûcdariya li dijî berjewendiyên Komara Tirkiyeyê bi nav dike. Tirkiye di sala 2023’yan de nabe ku bibe welatekî gotina Qirkirina Ermenan lê bê darizandin.” Altiparmak xwest biryara beraetê bê dayîn.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dozger, piştî parastinan xwest ku ji bo mutalaaya derbarê esasê de amade bike îdianame jê re bê şandin. Dadgehê ji bo pêşkeşkirina mutalaaya derbarê esasê de danişîn taloqî 16’ê adarê kir.