Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin 2023-03-02 14:06:44   EDENE - Karkerên înşaetê yên Edeneyê bertek nîşanî domandina înşaetên li herêmên erdhejê dan û wiha gotin: “Tevî erdhejokan jî didomin. Bila înşaetên li herêmên erdhejê bên sekinandin.”    Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê têkildarî avahiyên li herêmên erdhejê yên beriya erdhejê dest bi çêkirina wan hatiye kirin û çêkirina wan hêj didome de ji walîtiyên 81 bajaran re “Giştînameya Avahiyên Netemamkirî yên li Herêmên Karesatê” şandibû. Li gorî giştînameyê, divê herî dereng di nava mehekê de rapora teknîkê ji sazî û dezgehên girêdayî Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bê wergirtin û li gorî raporê jî dikare înşaet bê domandin.    KARKERÊN ÎNŞAETÊ BERTEK NÎŞAN DAN   Karkerên înşaetê yên Edeneyê bertek nîşanî giştînameyê dan. Karkerên ku li Parka Heykellî ya Edeneyê hatin ba hev, daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Recaî Gerçe ve hate xwendin. Gerçe, da zanîn ku di dema rijandina betonê û di pêvajoya piştre de ji ber erdhejokan, ewlehiya beton dikeve xetereyê lewma divê destûra çêkirinê neyê dayîn.    Gerçe, xwest ku divê ji karkerên li ser avahiyên înşaeta wan hatiye sekinandin re jî herî kêm 8 hezar û 500 TL were dayîn û wiha bi dawî kir: “Divê ev rewş tavilê bê sererastkirin û li hesabên bi dehhezaran karkerên înşaetê herî kêm 8 hezar û 500 lîre pere were şandin. Ev daxwaz, daxwaza bi dehhezaran karkerên înşaetê ye. Divê neyê jibîrkirin ku yên qesrên hûn tê de rûdinin, yên meclis û malên we çêdikin, em karkerên înşaetê ne. Lê berpirsyarên vê hilweşînê em nînin. Divê hemû kesa bala xwe bide ser çavbirçîtiya karmend a pereyan û pergala taşeron. Lewma divê tavilê daxwazên karkerên înşaetê bên bicihanîn û kêmaniyên heyî ji holê bên rakirin.”