Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam! 2023-03-02 13:39:14   DÎLOK - Mexdûrê erdhejê Halî Yalvaç ku biraziyê xwe winda kir û hevjîna wî birîndar bû, diyar kir ku qeymeqamê Nûrdagiyê hatiye ba wan û pirsa “Ev çi bêhne tê” kiriye. Yalvaç, got ku kurê wî wiha bersiv da ye: “Ev bêhn ji min tê qeymeqam beg. Av tune ye, serşûştin tune ye, tiştek tune ye.”    Li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê gelek avahî di erdhejê de hilweşiyan, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û kavilên avahiyan hêj li şûna xwe ne. Xelkê gundan jî terkî qedera xwe hatiye kirin. Roja 25’emîn a erdhejê ye lê hêj jî pirsgirêkên av, ceyran û xurekan heye. Yek ji van gunda jî Îçerîsu yê Nûrdagiyê ye. 474 kes li gund dijiyan û di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelemperiya gund jî di nava kavilan de ye. Xelkê gund, bi saya piştevaniya dilxwazan xwe li ser pêyan digire.    BIRAZIYÊ XWE WINDA KIR    Ji şêniyên gund Halîl Yalvaç, da zanîn ku di erdhejê de cenazeyê biraziyê xwe yê biçûk bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistine. Yalvaç, diyar kir ku di erdhejê de avahiyê wî jî bi temamî hilweşiyaye û wiha got: “Hevjîna min jî di bin kavilan de ma û birîndar bû. Dîwar bi ser de wergeriya bû. Kurê min bi hêza xwe dîwar rakiribû û hevjîna min ji wir derxist. Ji ber xetereya ku ji hundirê wê xwîn here, 12 rojan li nexweşxaneyê ma. Hevjîn û zarokên min niha li cem keça min a li gundê Hacikopru ya Dîlokê dimînin. Min nekarî bînim vê derê ji ber ku cihekî lê bimînin tune ye. Em nikarin rakevin. Hewl didin birînên xwe derman bikin.”    ‘EZ NE DÎN LÊ MEXDÛRÊ ERDHEJÊ ME’   Bi domdarî Yalvaç destnîşan kir ku piştî erdhejê hewl didin bi derfetên xwe bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mala me hilweşiya û tenê kevçiyeke çayê jî bi me re tune bû. Dema em ji avahî derketin tiştek li ser me nebû û rojekê pêxas geriyam. Kesekê xêxwaz şimikek da min, kesekê din jî sakoyek da. Dema sako dida min got; ‘Tu çima di vê sermayê de wiha tazî digerî, ma tu yê dînî.’ Min jî jê re got; ‘ez ne dîn im lê mexdûrê erdhejê me.’ Min hefteyekê nekarî kon peyda bikim. Konteynireke min hebû. Lê li gundê me 3 kesên astengdar hebûn û min jî da wan. Lewma tevî zarokên xwe di wesayîtê de mam.”    ‘RAYEDARÊN DEWLETÊ ALÎKARÎ NEDAN ME’   Di berdewamê de Yalvaç anî ziman ku ji bilî şêniyên gund û dilxwazên HDP û CHP’î, tu kesî alîkarî nedaye wan û wiha pê de çû: “Heta niha jî rayedarên dewletê tu alîkarî nedaye me. Heta ji bo rakirina kavilan jî nehatin. Lê gel alîkariyeke mezin da. Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Kanî Beko li avahiyê me nihêrt û ez hembêz kirim. Ez jî di wê navberê de giriyam. Gelek spasiya dilxwazên HDP’î yên ji Şirnexê hatibûn dikim. Wan di roja duyemîn de xwe gihandin vê derê. Her 2-3 rojan carekê hatin cem me, ji me pirsa pêdiviyan kir. Reng û zimanê vê yekê nîne.”    AXAFTINA DI NAVBERA WAN Û QEYMEQAM DE   Yalvaç, anî ziman ku hefteyek piştre qeymeqamê navçeyê (Sînan Korkmaz) hatiye gundê wan û wiha qala axaftina di navbera wan û qeymeqam de kir: “Çawa ku hate vê derê got; ‘bêhnek ji vê derê tê.’ Kurê min jî jê re got; ‘Ew bêhn ji min tê qeymeqam beg. Av tune ye, serşûştin tune ye, tiştek tune ye û bêhn ji min tê.’ Her wiha Heyva Sor a me ya pîroz kon firotine Ahbap a Haluk Levent. Qaşo hevalên rojên giran in. Hêj niha jî gelek deverên Semsûr û Hatayê kon nehatine dayîn. Hinek bi derfetên xwe çêdikin. Diviya heta niha xwe bigihandina her derê. Em van tiştan heq nakin. Li hêla din hejmara kesên li Nûrdagiyê jiyana xwe ji dest dayîn, ji reqemên tên gotin pir zêdetir e. Ev yek qeder nîne. Me ev erdhej jiya lê bila êdî kesek nejî.”    MA / Îbrahîm Irmak