Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne 2023-03-02 12:19:32   MELETÎ - Tevî ku hin malên li gundê Mihaciran ê navçeya Wêranşarê ku 350 mal lê hene hatine hilweşandin jî ji bo derxistina sewalên di bin kavilan de li benda biryara “hilweşînê” ya wezaretê ne.    Yek ji bajarên ku di erdhejê de herî zêde xesar gihiştiyê jî Meletî ye. Gundê Mihaciran ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê ku yek ji gundên elewiyan e jî ji erdhejê bi bandor bû. Di gund de ji bilî xaniyan gelek gov jî hilweşiyan. Li gundê ku 11 kesan jiyana xwe ji dest da 500 kesan koç kir û hêj 200 kes lê dijîn tevî 25 roj derbas bûn jî kavil hêj di cihên xwe sekinîne. Şêniyên gund ji bo xaniyên xesareke giran gihiştiyê li benda biryara “hilweşînê” ya rayedarên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ne. Ji ber bîryarek wiha nîne sewalên ku di bin kavilên hilweşiyayî de mayî nikarin bên derxistin.    Mûxtarê Gundê Mihaciran Îrfan Barlas, anî ziman ku heta niha tu rayedar nehatine.    DI XANIYÊN DI BIN BERFÊ DE TESPÎTA XESAR KIRIN   Barlas, anî ziman ku rayedarên girêdayî Wezareta Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di roja erdhejê ya duyemîn de ji bo xaniyên di bin berfê de lêkolîn bikin hatine û wiha got: “Dema em bi canan, welatiyan, xwarin û vexwarinê re mijûl dibûn ew hatibûn. Wê rojê berfeke zêde barî bû. Gotin ji Wezareta Hawîrdor û Bajêrvaniyê bi dilxwazî hatine û hewce nake ku kes bi wan re bigere. Gotin ‘em wêneyan dikişinin û ji peyke diavêjin’. Ji bo tespîta xesarê hatibûn. Lê welatiyên niha li gund nimreya deriyê xwe jî nizanin. Ji nû ve nimre li xaniyan kirin lê hêj bi xaniyan ve nekirine. Kes bi ser e dewletê jî nizane. Her roj erdhejok çêdibin û xanî hildiweşin. Ji ber vê rewşê em bi gazin in.”   ‘ME HIM JI WALITIYÊ RE HIM JÎ JI QEYMEQAMTIYÊ RE RAGIHAND’   Barlas, ragihand ku rayedaran ew bi tu awayî agahdar nekirine û wiha got: “Me mexdûriyeta em dijîn him ji walîtiyê re him jî ji qeymeqamtiyê re ragihand. Gotin em ê dîsa werin. Lê tevî ku roja erdhejê ya 24’emîne jî kes nehat. Xanî hêj di hilweşin lê kes nehat. Hêj di bin kavilan de herî kêm 350 sewalên ku mirî hene. Gelek sewal me bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistin. Lê ji ber biryara ‘hilweşînê’ ya xaniyên bi xesar nîne sewalên mirî nikarin ji bin kavilan bên derxistin. Li vir maşîneyên kar hene lê ji ber ew jî nehatine agahdarkirin kavilan ranakin. Em nizanin we kengî bên û biryarê bidin.”   BÊHNEKE PÎS BELAV DIBE   Barlas, diyar kir ku nêzî 700 kes li gund dijiyan lê piştî erdhejê zarok û pîr di nav de 500 kesan koçî bajarên cuda kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên li vir erd û zeviyên wan baxçeyên wan heyî man. Nêzî 200 mirovan li vir dimîn lê kes napirse. Li vir rîska şewbê heye. Divê demildest ji b ovan sewalan gavek were avêtin. Li gund bêhneke zêde ya heywana belav dibe. Li gund tuwalet û serşok nehatin avakirin. Li gund heta niha tenê du xanî hilweşandin. Hewa jî gerim dibe. Bêhn belav dibe û divê çareyek ji vê bêhnê re bê dîtin.”   MA / Dilgeş Rûvanas