Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava 2023-03-02 11:08:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê YNK’ê Bafil Talabanî bang li PDK’ê kir û wiha got: “Her roj li Rojava bombe tên barandin. Werin em bi hev re alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe.”    Serokê YNK’ê Bafil Talabanî li Hewlêrê di panelekê de axivî û têkildarî têkiliyên di navbera kurdan, rewşa Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê axivî.    Bafil Talabanî bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Divê em tevî PDK’ê pirsgirêkên gelê me çareser bikin. Her roj li Rojava bombe tên barandin. Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe. Werin em pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”    MAM CELAL Û MIJARA YEKITIYÊ    Bi domdarî Talabanî bal kilşand ser girîngiya yekitiya di navbera kurdan de û ev tişt anî ziman: “Werin em di navbera PKK û Tirkiyeyê de aştiyê pêk bînin. Heke Mam Celal karibe kiribe, ma çima em nekarin? Werin em bi hev re aramiyê bînin herêmê. Li şûna alayên partiyan, werin em alaya Kurdistanê li ba bikin. Em dikarin van tiştan bi hev pêk bînin.”    TÊKILIYÊN BI BEXDAYÊ RE    Derheqê têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Bafil Talabanî ev nirxandin kir: “Bexda ji bo lihevkirinê amade ye. Dibêjin ku çi bikeve ser milê me, em amade ne.”