Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan! 2023-03-02 09:07:53   SEMSÛR - Ma Muzîk li Semsûrê ber dilê zarokan xweş dike. Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş destnîşan kir ku ew dixwazin pêşî li ber travmayan bigirin.    Tora Rêvebarîya Krîzê ya Mafparêz a Zarokan a Amedê ya di bin banê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê de hat avakirin, vê carê ji bo zarokên Sesmûrê ket nava hewldanan.   Di Tora Rêvebarîya Krîzê ya Mafparêz a Zarokan a Amedê de Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Komeleya Hêviyên Rengîn, Çocûkça, Komeleya Pêşî Zarok û Jin, Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan, Edalet ji bo Zarokan, Egîtîm Sen a Şaxa Amedê û Komeleya Qada Ciwanan a Lotûsê cih digirin.    ZAROK BI LÎSTIKAN AZAD DIBIN   Tor, li Semsûrê li konan ji bo zarokan dixebite. Tor ku ji bo zarokan qadên lîstikê çêkirine, tevî zarokan çalakiyên cur bi cur li dar dixe û di warê derûnî de piştgiriya wan dike.    Zarokên li konebajarê li Narlikûyû û Konebajarê Zulfîkar Yilmaz, wextê xwe bi çalakiyên Ma Muzîkê derbas dikin.    Ji perrwedekarên ma Muzîkê Yûnûs Çelîk, bilêv kir ku bi lîstikan hewl didin kêliyekê be jî derûniya zarokan baş bikin û got: "Divê çalakiyên ji bo zarokan zêdetir bin. Zarok bi lîstikan xwe azad hîs dikin. Divê em zarokan cardin ber bi wan rojêna zad ve bibin."    Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş jî destnîşan kir ku hewl didin ku zarok tirsa li ser xwe bavêjin û got ku gelek zarok bê malbat mane û li konan dimînin. Ertaş anî ziman ku hewl didin pêşî i ber travmayan bigirin û got ku ew ji bo zarokan ji derûniya erdhejê xelas bikin tevdigerin.    MA / Omer Akin