Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin 2023-03-01 15:56:52 SÊRT - Baroya Sêrtê giliyê bikarînera bi navê “Rana Pamîr” a di medyaya dîjîtal de bi parvekirinên xwe yên kirin kurd hedef nîşandan kir.   Baroya Sêrtê bikarînera medyaya dîjîtal a bi navê “Rana Pamîr” ku di erdheja Golcukê ya 1999’an de “kurd bi diziye” sûcdar kirin, ji ber sûcê “Gel sor kiriye an jî biçûk xistiye” gilî kir. Bikarînera bi navê “Rana Pamîr” ku Baroya Sertê derbarê wê de serî li Serdozgeriya Sêrtê da û gilî kir ev tişt parve kiribû: “Kesê ne nivîsandiye ez binivîsim, ez di erdheja 99’an de li Degîrmendereyê dijîm. Penaber tune bûn. Ji rojhilat kurd hatin, talankerî û diziyê wiha destpêkir. Roja din jî biryara gulleberdanê hate dayîn û mijar hate girtin. Dibe ku Koray Aydin bixwaze serdemê ji bîr bike.”