Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû 2023-03-01 14:28:54   MEREŞ - Sened Elşahade yê sûriyeyî ku di erdhejê de xwişkên xwe windakirin, bi birîndarî xelas bû û ji lingê xwe yê rastê bû, piştî nûçeya MA’yê gihişt cihê ortopedîk û baza ku pêdiviya wî pê hebû.    Mihemed Elşahade ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê beriya 8 salan ji bajarê Es Sewra (Tebqa) bi malbata xwe re hate Mereşê di erdhejê de li Taxa Osmandede ya Bazarcixê keçên xwe yên Fatma a 10 salî û Lorîna 17 salî winda kirin. Kurê wî Sened ê 14 salî ku bi birîndarî xelas bû jî ji lingê xwe yê rastê bû.    Sened ê di 28’ê sibatê de em çûn serdana wî û ji ber cih nebû di binê kon de li ser mînderê radiket di her kêliya tevdigeriya re êşên wî zêde dibûn. Piştî nûçeya bi serenavê “Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê” ya Sened serpêhatiyên xwe vegot HDP ket nava liv û tevgerê. Endamên HDP'ê yên ku diyar kirin ku ji bo Sened cihekî ortopedîk û baza peyda kirine, bi pakêta xwarinê û malzemeyên cilûbergan ên ku bi xwe re birin çûn Taxa Osmandedeyê.    HDP’iyên ku baza û cih li konê malbat lê dijî bi cih kirin, nimreya têkiliyê dane malbata Elşahade û dan zanîn ku kengî pêdiviya malbatê çêbû dikarin li wan bigerin. Malbata Elşahade ku bi hestiyar bû, keyfxweşiya xwe anî ziman û got “baş e ku hûn hene.”   MA / Abdûrrahman Gok - Rûkiye Adiguzel