Bîlançoya şer a meha sibatê 2023-03-01 12:19:16   NAVENDA NÛÇEYAN -  Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku tevî bêçalakîtiyê di meha sibatê de jî êrîşên li dijî hêzên wan li bejahî û hewayî dewam kirine û ragihand ku di êrîşan de 142 topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.   Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî meha sibatê derbas kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta tirk ên li dijî HPG’ê ku ji ber erdhejê biryara bêçalakîtiyê dane ji bejahiyê û hewayî berdewam dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji roja daxuyaniya bêçalakîtiyê hatiye dayîn ve dewleta tirk li dijî endamên HPG’ê bi awayekî dijwartir êriş dike û wiha hate gotin: “Herêmên Parastina Medyayê, bi balafirên şer, helîkopterên erîşê, tank, top û obusan bi hezaran caran hatine bombekirin.” Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di rojên dawî de bi taybetî li dijî çeperên HPG’iyan ên li Zapê bombeyên fosfor û kîmyasalê tên bikaranîn û HPG’iyên ku li ser bangê çalakiyên xwe rawestandin li dijî van êrişên dijwar ji bo xwe biparêzin 47 caran bersiv daye.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera 1'ê Sibatê-28'ê Sibatê de qadên ku HPG'î lê bi cih bûne 30 caran bi balafirên şer û 18 caran bi helîkopterên êrîşê, 874 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatine bombekirin û hat destnîşankirin di êrişên li dijî çeperên HPG'iyan de 142 topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên HPG’ê hin çeper û wesayît îmha kirine û helîkoptereke êrişê derb kiriye.