ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-01 09:00:30   * Li gundê Fîlê yê Hezexê di sala 1993'yan de ji malbata Susinê 3 kes hatine girtin. Her sê kes 30 sal in girtî ne. Malbatê xwest her sê girtî demildest bên berdan û got: "Çavê me li rêya wan qerimiye. Em dixwazin êdî wan berdin. Ev çend sal in me wekî malbat gelek zehmetî kişand. Em dixwazin ew jî wekî her kesî vegerin ser axa xwe."   * Kolber Horamî da zanîn ku gelek kolber hatine kuştinî gelek jê îşkence li wan hatiye kirin û gelek jê jî seqet bûne û got ku li dijî van binpêkirinên mafan cihekî ku serî lê bidinê tune ye.    * Abdulkadir Omerî ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji bêgavî ji Kobanê koçî Semsûrê kiriye, bi lêv kir ku 3 rojan mudaxileyî birayê wî û 2 biraziyên wî yên di bin kavilan de nehatiye kirin û jiyana xwe ji dest dane.    * Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Akgul ku nêzî 50 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî xemsariya dewletê û desthilatê da û got: “Heke alîkarî zû bihata belkî xizmên min nemirana. Niha jî serokkomar dibêje 'heqê xwe helal bikin'. Ez heqê xwe helal nakim!”   * Der barê leşkerên ku Îbrahîm Baykara qetil kiribûn, biryara beraetê hatibû dayîn. Hevberdevka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeker, anî ziman ku tiştên li sînor diqewimin her yek ji wan Roboskiyek e.    * Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Wanê Mîhaîl Atîk ku piştî erdhejê tevî tîmeke 74 kesî li Mereşê tevli xebatên tespîtkirina xesarê bûye, got: "Ji sedî 95'ê avahiyên hilweşiyayî ji ber paşguhkirinê hilweşiyane. Ger avahî li gorî rêziknameya erdhejê hatbûn çêkirin, dê ji sedî an jî 4 hilweşiyane."    * Endama Komîsyona Mafên Heywanan a Baroya Îzmîrê Rojda Kûrûş diyar kir ku heywanên li herêma erdhejê bi talûkeyekê re rû bi rû n eû got: "Divê şaredarî ji bo heywanan qadên hêwirînê çêbikin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 709’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna doza ku Serokê Koma Medya ya Turkuazê Serhat Albayrak derbarê nivîskara Evrenselê û akademisyen Ceren Sozerî de vekiriye wê li 2’yemîn Dadgeha Bazirganî ya Asliyeyê ya Stenbolê bê lidarxistin. (09.50)   * Danişîna doza derbarê Kemal Korûkmaz ê di 16’ê mijdara 2021’an de li navçeya Guzelbahçeyê 3 karkerên sûriyeyî bi şewitandinê qetilkirin, hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (10.00)   * TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê wê li navçeya Çermîktî ya Meletiyê starta aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bide. Wê lig elek bajaran têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî bên dayîn (11.00-13.00) ZINDÎ   * Lijneya Koordînasyona Amedê (ÎKK) ya TMMOB’ê  wê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Tum Emeklî Sen wê têkildarî erdhejan li ber avahiya xwe ya giştî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)