Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin 2023-02-28 17:07:43   SEMSÛR - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmed Bozgeyîk bi lêv kir ku tevî ku 23 roj bi ser erdhejê re derbasbûne jî pêdiviyên gel hê jî bi cih nehatine û wiha got: “Divê wezîrên berpirsyar demildest îstifa bikin.”   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) der barê çavdêriyên xwe yên erdhejê yên li Semsûrê, li Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Semsûrê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, endamên MYK’a KESK’ê û rêxistinên saziyên sivîl ên Semsûrê jî di daxuyaniye de amade bûn.   Bozgeyîk diyar kir ku berpirsyarên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane AKP’ê û MHP’ê ne û wiha got: “Li gel rêxistinên civaka sivîl me jî piştî erdhejê got ku divê wezîrên berpirsyar tavilê îstîfa bikin. Lê ji berê ve em dizanin ku çandekî wisa li cem vê desthilatdariyê nîne. Hem li navenda Semsûrê û hem jî li gund û navçeyên wê mudaxaleyeke dereng hate kirin lê partî û saziyên civaka sivîl bi alîkariya gel çûn.”    ‘PÊDIVIYÊN GEL HÊ JÎ BI CIH NEHATINE’   Di berdewama axaftina xwe de Bozgeyîk diyar kir ku ew li Sergolan, Besnî û Semsûrê geriyane û wiha domand: “Me dît ku hêj jî dewlet û saziyên peywirdar xwe negihandine gelek cihên erdhejê bandor lê kiriye. Hê jî Wezareta Tenduristiye, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê pediviyên gel bi cih neanîne. Weke mînak li Sergolanê hema bêje bajar hemû di bin kavîlan de maye. Her wiha gelek gund û navçeyên Semsûrê jî bi vî awayî ne. Divê tevbîrên ku em qala wan dikin demildest bên girtin. Bi taybetî jî qadên jiyanê yên ewle divê bên avakirin. Çareserkirina ava vexwarinê û cihên paqij bên avakirin. Divê îmarên nû li gor ekolojiye bin. Divê dema bajar jinûve hat avakirin divê nêrîna gel, sazî û hezên demokrasiye jî bê girtin û bi hev re bajar ji nû ve bê avakirin.”   ‘DIBE KU PIRSGIRÊKÊN XWARINÊ DERKEVIN’   Bozgeyik bi lêv kir ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Dîlok, Semsûr û Sergolanê beyî şeredarî û rêxistinên pîşeyî bi demildest ji bo hilbijartinê gavan diavêje û wiha pê de çû: “Dixwazin vê êşa erdhejê veguherînin ranta xwe û dîsa ji bo înşaet û sermayeya li dijî ekolojiye dest bi hilweşandinan kirin. Qadên daran jî ji îmarê re vedikin, gelek mînakên li dijî demokrasiye yê bi vî rengî hene.  Ji ber van bêtevdîriyan û neçareserkirina pirsgirêkan, mexdûrên erdhejê nikarin pêdiviyên xwe yên ava paqij bi cih bînin. Tevî ku 23 roj bi ser erdhejê re derbasbûne jî hê jî pirsgirêka daşir û serşokê didome. Ji ber vê yekê nexweşî jî derdikevin. Ji ber erdhej û germahiyê dibe ku di demsala havînê de pirsgirêka xwarinê derkeve. Divê tevbîr bên girtin.”   ‘PIŞTEVANIYA ME DÊ BIDOME’   Bi domdarî Bozgeyîk destnîşan kir ku tevî bandora erdhejê hêj berdewam dike jî Walîtiyê Semsûrê bi giştînameyekê xebatkarên tenduristiyê ku ji neçariye derketine dervayî bajar, xwestiye li bajêr bide xebitandin û ev tişt anî ziman: “Em jî îro li Semsûrê geriyan, tu saziyên dewletê ku bikarin xebatê bikin tune ne. Heke xebatkarên tenduristiye vegerin jî cihe ku bixebitin û bimînin nîne. Divê heta ew pirsgirêk bên çareserkirin xebatkarên cemaweriyê bidestûr bin. Em jî weke KESK’ê û sendîkayên giredayî KESK’ê em dê ji bo derûniya zarokên ku ji erdhejê bandor bûne, xebatên xwe bidin destpêkirin. Dê piştevaniya me ya bi gelê me re bidome.”    ‘ZEXTÊN LI SER DILDARÊN MEXDURÊN ERDHEJÊ’   Di dawiya axaftina xwe de Bozgeyîk bal kişand ser zextên li ser dilxwaz, partî û saziyên civaka sivîl ên ji bo mexdûrên erdhejê dixebitin û wiha got: “Li Parka Sevgî ya Hatayê xwestin konbajarên ku rexistinên sivîl, jin, partiyên muxalîf avakirine rakin. Em li vir bang li Wezîrê Karên Hundir û rayedarên dewletê yên Hatayê dikin û dibêjin ku ya hûn dikin wêwijdanî ye. Tevî kêmasiyên dewletê jî, zextê li ser dilxwazên ji roja destpêkê ve alîkariyê didin mexdûrên erdhejê dikin. Divê dawî li van zextan bînin.  Dê piştevaniya me bi gel re û xizmetên me yên tenduristiyê bidomin.”