HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike 2023-02-28 17:00:53   HATAY - HDP li navçeya Defneyê tax bi tax pêdiviyên welatiyan tespît dike û birînan derman dike.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Defneya Hatayê ku di erdhejên 6 û 20’ê sibatê de xesareke mezin gihiştê tax bi tax birînan derman dike. Şandeya HDP’ê îro jî li taxên Çekmece û Buyukçatê bi mexdûrên erdhejê re hate cemhev. Welatiyên ku zehmetiyên ji roja ewil ve dijîn vegotin ragihandin ku hêj nekarîne xwe bigihînin konan. Welatiyan konên serayan nîşanî şandeyê dan û anîn ziman ku 20 kesan zêdetir mirov li wir dijîn.    DESTNÎŞANKIRINA PIŞTEVANIYÊ    Hevserokê HDP’a Hatayê Kerem Nalbant ê pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin wiha got: “Di 6’ê sibatê de bi karesata herî tund a 200 salên dawî re em hişyar bûn. Em ê van êşan hindik be jî bi piştevaniyê sivik bikin.”   ‘EM Ê AXA XWE NETERIKÎNIN’   Nalbant, bal kişand ku bi navendên koordînasyonên Enqere û Amedê alîkarî gihandine welatiyan û destnîşan kir ku di hemû xebatan de bûne seferber. Nalbant di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Erdhejê ne kuşt. Ferasate kesên me bi rê ve dibin û tedbîr negirtina wan em kuştin.”   Nalbant, diyar kir ku demografî tê xwestin bê guhertin û got: “Nîvî nifûsê bajêr terikandiye. Em li ser vê axe ji dayik bûn. Em ê van deran neterikînin. Heke em vê axê biterikînin wê hinek din li van deran bi cih bibin.”   BELAVKIRINA XUREKAN   Komeke HDP’iyan jî serdana gundên girêdayî navçeya Samandagê kirin. HDP’iyan li her gundê ku serdana wan kirin alîkariya xwarinê dan kesên hewcedar.