Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye 2023-02-28 16:06:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku kesê AA’yê digot bi operasyona MÎT’ê hatiye girtin, 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye û 2 meh berê jî xwe radestî Tirkiyeyê kiriye.    Ajansa Anadoluyayê (AA) di saetên serê sibehê de nûçeyek weşand û ev îdia kir: “Ramazan Guneş ê PKK’î bi operasyona MÎT’ê hate girtin û anîn Tirkiyeyê.” Navenda Ragihandina HPG’ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev îdia derewand. HPG’ê, da zanîn ku Ramazan Guneş 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê diyar kir ku Guneş 3 sal berê ji PKK’ê veqetiya, zewicî ye û li Herêma Federe ya Kurdistanê bi cih bûye. Bi domdarî HPG’ê ev agahî parve kirin: “2 meh berê jî xwe radestî Tirkiyeyê kir. Lê belê çapemeniya şerê taybet a tirk, Ramazan Guneş ê 2 meh berê xwe radest kirî weke endamê rêxistina me nîşan da û bi senaryoyeke derew hewl dide MÎT’ê serkeftî nîşan bide. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyeyê qîmet bi nûçeyên derew ên çapemeniya şerê taybet a tirk û MÎT’ê neke.”