HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin 2023-02-28 15:25:14   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ber bi pêşiya Heyva Sor a Tirk ve meşiyan û wiha gotin: “Berpirsyarê mirina ewqas kesan îktîdar e. Dê berpirsyarên vê pergala heramî hesabê bidin.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar tevî Koma Parlamentoyê ber bi Navenda Giştî ya Heyva Sor a Tirk ve meşiyan ku piştî erdhejê ji ber firotina konan ketibû rojevê.  Hemû kolanên ber bi avahiya Heyva Sor a Tirk ve diçin ji hêla bi sedan polîsan ve hatibûn girtin û nehiştin ku HDP’î derbas bibin. Li ser astengkirinan, Buldan û Sancar li pêşiya kolana Heyva Sor lê daxuyanî dan.    SANCAR: WÊNEYÊ PERGALA RIZIYAYÎ YE    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku îktîdar ji daxuyaniyan jî ditirse û wiha got: “Îktîdara ku piştî erdhejê li holê xuya nedikir, ya ku kesên di bin kavilan de diqîriyan terkî mirinê kir, ji daxuyaniya li vê derê ditirse. Ev wêneyê ku hûn dibînin, wêneyê pergala riziyayî û pergala têkçûyî ye. Heyva Sor jî bûye sembola vê pergalê. Dema mirov ji sermayê tî û birçî, ji xwînê heta her alav firotin. Qaşo saziya alîkariyê ye û bêyî fêdî bikin vê yekê diparêzin. Ne exlaq û ne jî arê wan heye. Ji xwe fedî nakin û hewl didin bi zora polîsan vê rezalet, bêhiqûqî û rizîbûnê veşêrin. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin me bêdeng bikin. Ev qêrînên olan didin, dawiya vê pergala riziyayî û gemar tînin. Ew jî di ferqa vê de ne. Ji dengê li trîbûnan bilind dibe ditirsin.    ÎSTÎFA DÊ NEKARE SÛCÊ WAN VEŞÊRE   Ji bo ku sûcên wan li rûyê wan bidin em hatin vê derê. Ji bo ku ev polîtîkayên rant û pêşkeşkirinê bêhtir xuyanî bikin, ji bo bibin çavê gel em hatin vê derê. Em ê li her derê gotina xwe bikin. Dê nekarin pêşiya vê bigirin. Ji jor heta jêr dê tevahiya berpirsyarên vê pergalê hesabê bidin. Îstîfa, fezîleteke exlaqî ye û pêdiviyeke siyasî ye. Lê tu hurmeta vê îktîdarê ji bo pîvanên fezîlet û siyaseta demokratîk tune ye. Erê rast e em qala îstîfayê dikin lê dê îstîfa nekare sûcê wan veşêre. Dê hemû berpirsyarên vê pergala heramî hesabê bidin. Ji jor heta jêr dê tevahiya peywirdarên ev pergal ava kirine dê hesabê bidin. Em ê vê pergala heramî hilweşînin. Tu mafê kesên ev pergala heramî avakirin nîne ku ji gel helaliyê bixwazin. Dê ev gel heqê xwe helal neke û hesabê ji wan bipirse.”    BULDAN: DI MIROV DE HINEK ŞERM DIBE   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî got ku astengkirin cihê fihêtiyeke mezin e û ev tişt anî ziman: “Ev 22 roj in mirov di bin kavilan de can didin, xelk dicemide, tî ye, birçî ye. Kesên ji destpêkê ve li qadê xuya nedikirin, yên ku birînên gel derman nekirîn, yên ku xelk ji bin kavilan dernexistin, yên ku ew di sermayê de hiştin, îro hewl didin daxuyaniya me ya li pêşiya Heyva Sor astenb bikin. Me careke din dît bê ka pergal çawa dixebite.    WÊNEYÊ FIHÊTIYÊ YE   Me êşa mexdûrên erdhejê di cih de dîtibû. Me îro careke din bi çavên xwe dît bê ka ev sazî çawa dixebite, çawa tê xebitandin, çawa fermanan digire. Di mirov hinek şerm bike. Divê rûyê mirov hebe. Divê di mirov de hinek wijdan û exlaq hebe. Ev 22 roj in mexdûrên erdhejê hewl didin xizmên xwe yên di bin kavilan de rizgar bikin. Yên ku di 2-3 rojên ewil ên erdhejê de li holê xuya nedikirin, yên ku kon neşandîn, yên ku av û xwarin neşandin, yekser berpirsyarên van mirinan in. Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku Heyva Sor kon û xwîn bi pereyan firotiye. Ev yek, wêneyê fihêtiyê ye. Bacên gelê me û konên mexdûrên erdhejê bi pereyan firotine. Ev yek nîşan dide bê ka ev pergal çawa dixebite.    DIVÊ SEROKÊ HEYVA SOR ÎSTÎFA BIKE   Em heqê xwe helal nakin. Banga me ji bo serokkomar e ku dixwest gel heqê lê helal bike; tu mexdûrên erdhejê û xizmên kesên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane, gelên Tirkiyeyê û tu kes dê heqê xwe li te helal neke. Ji tu kesî nexwazin ku heqê xwe li te helal bike. Ji ber ku hûn bûn sedema mirina mirovan. Hûn bû sedem ku ev kes li kolanan bimînin, bicemidin. Bi ser erdhejê re 22 roj derbas bûn lê yek rayedarekî hêjta îstîfa nekiriye. Serokê Heyva Sor, rêveberî, wezîr, şirîkê biçûk û serokkomar jî di nav de divê tevek îstîfa bikin. Heke îstîfa nekin jî em ê wan di hilbijartinê de têk bibin. Em careke din soza vê didin gelê xwe.”    Piştî daxuyaniya Buldan û Sancar, HDP’î ji kolana Heyva Sor a Tirk çûn.