Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e 2023-02-28 14:39:55   STENBOL - Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku berpirsyarê encama rûxîner a erdhejê AKP ye û wiha got: “AKP têk diçe. Ji bo wan a girîng ne gel lê qaseyên pereyan e.”    Partiya Tevgera Kedkar (EHP) têkildarî erdhejê li avahiya rêxistina xwe ya Stenbolê daxuyanî da. Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya EHP’ê Ozge Akman û endamên partiyê tev li daxuyaniyê bûn.    Ozturk, diyar kir ku berpirsyarên yekser ên encamên rûxîner ên erdhejê rejîma AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Êdî hemû kes pê dizane bê ka çavkaniya pirsgirêkan kî ne. Êdî di lîstikên futbolê de mirov dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ berz dikin. Em tevek dizanin ku ev rejîm dê ji hev hilweşe. Rûyê tarî ê vê rejîmê piştî erdhejê dîsa derket holê. Di demeke ku gel hewl dida xizmên xwe ji bin kavilan rizgar bike, wan ji ewil qaseyên pereyan derdixistin. Me dît ku bo wan a girîng ne gel lê qaseyên pereyan e. Gel li dijî vê rewşê serî hil da. Hikûmet mîna şîrketekê ye. Saziya alîkariyê ya dewletê Heyva Sor, kon firotin. Heke ev sazî di erdhejê de alîkariyê nede gel, wê demê bo çi heye?”    Herî dawî jî Ozturk ev tişt anî ziman: “Agahiyeke zelal nîne bê ka çend kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Îktîdar van agahiyan vedişêre. Heman tişt di dema pandemiyê de kirin. Erê erdhej dê her çêbibin lê veguherîna wê ya karesatê qeder nîne. Mirina ji ber erdhejê qeder nîne. Divê em rêyên çareseriyê peyda bikin û biryarên girîng bidin.”