Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim 2023-02-28 13:31:25   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de ev peyam da: “Hinek kesên dixwazin gel heqê xwe lê helal bike hene. Ez heqê xwe li kesên darazê weke çoyekî bi kar tînin helal nakim.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 708’an de berdewam dike. Ji ber ku rewşa tenduristiyê ya Emîne Şenyaşar rê nedida, nekarî îro were pêşiya edliyeyê. Lê belê Ferît Şenyaşar hat ber deriyê edliyeyê û çalakiya xwe didomîne.    ‘EZ HEQÊ XWE HELAL NAKIM’   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Dayikek ev 708 roj in li ber deriyê edliyeyê ye. Tekane daxwaza wê ya ji rayedaran, edalet e. Îstîfa tune ye! Yên lêborînê dixwazin tune ne! Yên şerm bikin tune ne! Yên dixwazin gel heqê xwe lê helal bike hene. Ez, heqê xwe li kesên darazê weke çoyekî di destê xwe de digirin helal nakim.”