SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin 2023-02-28 13:13:31 ENQERE - SES’ê ji Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî pirsa ji bo zarokên bêrefaqet xwe bigihînin zarokên xwe pergaleke çawa hatiye avakirin pirsî û xwest vê pêvajoyê bizelalî bi rê ve bibe.   Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî zarokên piştî erdhejê ji bin kavilan hatin derxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand. SES’ê ji Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî xwest bi berpirsyarî tevbigere û bang kir ku derbarê zarokan de pêvajo bizelalî bê bi rê ve birin.    ‘BI HEZARAN ZAROKAN MALBATÊN XWE WINDA KIRIN’   SES’ê bi bîr xist ku li gel bi deh hezaran mirovan, bi hezaran zarokan jî malbatên xwe winda kirin. SES’ê pirs kir ku pergala qeydkirinê ya ji bo zarokên ji erdhejê bandor bûne çawa ji aliyê wezaretê ve hatiye afirandin, çawa hatiye afirandin, pênaseya 'zarokê bêxwedî' tê çi wateyê û wiha berdewam kir: “Ji aliyê raya giştî ve nayê zanîn bê ka agahiyên weke çend zarok di vê rewşê de ne, cihên ku zarok lê ne yan jî navnîşana enqaza ku hatine derxistin, temen, rewşa tenduristiyê tê ragirtin. Îdîa hene ku piştî erdhejê hin zarok winda ne. Li gorî îfadeyên çend şahidên bûyerê ku di çapemeniyê de jî cih girtin, hat îdîakirin ku zarok li Beykoz a Stenbolê li vîllayekê hatine bicihkirin. Hat îdîakirin ku ev vîlla aîdî Weqfa Alîkariya Însanî ya ÎHH'ê ye û zarok li wir ji aliyê dilxwazekî ve tên xwedîkirin. Li dû vê yekê, daxuyaniyên rayedarên weqfê û wezaretê yên bi nakok li du hev hatin dayîn. Ji ber ev pêvajo bi zelalî nehate meşandin, fikara ku zarokên me careke din li ber rehma rêxistinên derveyî dewletê û tarikat û cemaetên paşverû hatine hiştin, xurt kir.”   DAXWAZA AGAHDARKIRINA ZELAL    SES’ê berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Hejmara zarokên ji roja destpêkê ya erdhejê û vir ve jiyana xwe ji dest dane, hejmara zarokên ji binê xirbeyan rizgar bûne, sewqî kîjan nexweşxaneyan tên kirin, çend zarok li kîjan nexweşxaneyan tên dermankirin, hejmara zarokên bê xwedî û winda, çend zarokên ku tedawiya wan temam bûye radestî malbatên wan hatine kirin an jî ji bo xwe bigihînin malbatên xwe sîstemeke çawa hatiye avakirin, der barê zarokên ku nehatine tespîtkirin ên di bin parastinê de ne, wê pêvajoyeke çawa bê meşandin?  Pêwîst e di mijaran da agahîyên zelal werin dayîn. Weke SES em bang li Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dikin ku ji bo pêşî li zarokên ji ber erdhejê mexdûriyeta giran dîtine û rastî binpêkirina mafan tên, tedbîrên pêwîst bigire. Em dixwazin parvekirina daneyan bi rêk û pêk be.”