Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû 2023-02-28 10:34:25   MEREŞ - Mexdûra erdhejê Cennet Eren ku nexweşa penceşêr û bêhnkurtê ye da zanîn ku di erdhejê de ji malbata xwe 25 kes winda kiriye û wiha got: “27 salan min paqijiya malên xelkê kir û bo xwe avahî kirî. Lê di 27 saniyeyan de çû.”    Di erdhejên 6’ê sibatê de gelemperiya navçeya Elbistan a Mereşê hilweşiya. Di erdhejê de herî kêm 924 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên rakirina kavilan jî berdewam in. Ji mexdûrên erdhejê Cennet Eren ku nexweşa penceşêr û bêhnkurtkê ye, di erhejê de 25 xizmên xwe û gelek cîran û hevalên xwe winda kir. Eren, serpêhatiya xwe bo ajansa me vegot.    Eren, da zanîn ku ji hevalên wê Yûsûf Taş, hevjîna wî û kurê xwe di bin kavilên avahî de bi şewatê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Zarokê wan 3 rojan qîriya û got; ‘ez mînareya mizgeftê dibînim, me ji vir derxînin.’ Lê kesekî mudaxale nekir. Kesek tune bû. Di roja 4’an de jî hestiyên şewitîn kom kirin. Xizmên me her yekî di avahiyeke cuda de jiyana xwe ji dest da. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune bûn. Xalê min, jinmama min, jinbiraya wî, keça wî tevekan jî jiyana xwe ji dest dan. Keçxala min, xesûya dayika min, kirîvê min, hevjîna wî, xwişka wî... Min niha tevek jî ji bîr kirin. Derûniya min xera bû. Ez hêj niha jî di wê şokê de me. Li pişt dîwaran diqîriyan lê kesek tune bû, me nekarî derxînin. Dema ji bin kavilan derxistin, tenê birîneke biçûk li pişta serê keçikê hebûn. Ji sermayan jiyana xwe ji dest dabû.”    BI DERFETÊN XWE JI BIN KAVILAN DERKET   Eren, ku di erdheja navend Bazarcixê de tevî malbata xwe derketibû derve, wiha qala kêliyên erdhejê kir: “Ji bo hinek tiştan bo zarokên xwe bikirim, ez çûm sûkê. Di wê navberê de di bin kavilên avahiya hilweşiyayî de mam. Ez bi derfetên xwe ji wir derketim. Lê perasûyên min derizîn. Min baz da aliyê din, kavilên avahiyê li vê rexê bi ser min de hatin. Ez pêdevî ketim erdê û pişta min di bin kavilan de ma. Min cîranê xwe yê li rex ve jî derxist. Psîkolojiya wî cîranê min hêj jî xerab e. Em ji tirsan derketîn derveyî bajar. Min xwe spart îstasyoneke petrolê ya li cem santrala termîkê. Di piyên keça min de gore tune bû. Ji tirsan me nediwêriya ji malê derkevin. Pileya hewa di bin sifirê de 26 bû. Û em sermayan diricifîn. Min hewl dide bi bêhna xwe lingên zaroka xwe germ bikim. Lê ser û çavên min tevek bûbûn ax.”    ‘JI SERMAYÊ QERISÎN Û MIRIN’    Eren, destnîşan kir ku di roja 3’yemîn a erdhejê de kêmek leşker û polîs hatin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha jî gelek leşker û polîs li vir bicih kirine. Lê wê demê kesek tune bû. Di roja duyemîn a erdhejê de tenê 2-3 tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên dilxwaz ku ji Samsûnê hatibûn, li vê derê bûn. Ne ceyran, ne av û ne jî telefon hebû. Karesateke mezin bû. Heke tîmên lêgerîn-rizgarkirinê di roja ewil de bihatina, heke hejmara miriyan hezar be dê daketa 200 kesan. Dê gelemperiya wan bihatina rizgarkirin. Gelek kes bi derfetên xwe ji wir derketin. Hevalekî min 36 saetan bi ava kalorîferê îdare kir. Got; ‘cihê min rehet bû.’ Gelek kes jî ji sermayan qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Bila kesek neyê Elbistanê û li pêşberî kamerayan reklama xwe bikin. Bila di roja erdhejê de bihatina. Di 3 rojên destpêkê de nehiştin artêş jî bikeve dewrê. Em 3 rojan li bendê man. Kesên dilxwaz hatin. Pere û zêrên xelkê çûn. Dewletê destê xwe neda gel. Hem canê me û hem jî malê me çû. Niha hemû kes li pey rûmetiyê ye. Heke di roja ewil de bihatina dê ewqas kes nemirina.”    ‘MIN DI 27 SALAN DE ÇÊKIR LÊ DI 27 SANIYEYAN DE ÇÛ’   Bi domdarî Eren destnîşan kir ku ji roja erdhejê heta niha tenê 2 rojan razaye û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî 18 rojan min karî serê xwe bişom. Ez 27 salan çûm paqijiya mala xelkê û karî bo xwe malê bikirim. Lê min tenê karî bi çenteyek û şimikên xwe ji malê derkevim. Niha av tên, xwarên tê dayîn, lê êdî bi êr nayê. Yên ku jiyayîn, dizanin. Tu tiştekî min nema. Tiştên min ên zînetê li hundir bûn. Min tenê doşekek xwest da ku neçim ber deriyê tu kesî lê nedan standin. Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû.”   MA / Yusra Batihan