ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-28 09:00:01   * Berdevka TAJÊ Hemşê Elî diyar kir ku jinên êzidî yê ku di wargehên PDK’ê de dimînin radestî DAIŞ’ê tên kirin û got: "Nizanin ku cih û warên wan kîjan in. Xwe û rastiya xwe nas nakin, ji ax, war û nasnameya xwe tên dûrxistin."   * Endamê ÎMO û Baretên Azad Denîz Polat bal kişand ser erdheja muhtemel a Marmarayê û got: "Ji bo Stenbolê divê çi bê kirin? Divê em rûnên û bi awayekî zelal biaxivin."    * Siyasetmedara girtî Gulten Kişanakê diyar kir ku jin divê li dor hev bibin xelek û seferber bibin û ji bo erdhejê jî got: "Sedema sereke ya vê karesatê, feraseta navendîparêz a hişk û pergala tekparêz e."    * Malbata ku nekarî ji AFAD’ê kon bistîne, konekî hatiye bikaranîn ê kufikî kirî û tê de dimîne. Malbat bifikar e ku zarokên wan di bin vî konî de nexweş bikevin.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar daye destpêkirin wê di roja 708’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Sînan Aygul ê ji ber li Bedlîsê îdiaya îstîsmara zarokan anî rojevê hate girtin û berdan wê li 1’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê bê lidarxistin. (10.00-17.00)   * Rûniştina 1’emîn a danişîna 22’yemîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Têkildarî alîkariyên erdhejê wê li Wan û Stenbolê daxuyanî bê dayîn. (10.00-18.00)   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokên HDP’a Amedê wê li Bismilê tev li xebatên xwarina aştiyê ya ji bo hevanîna du malbatan bibin. (12.00)    * Rêxistinên hiqûqî, wê derbarê kesên di erdhejê de berpirsyartiya wan heye de li Edliyeya Stenbolê serlêdana sûc bikin û giliyê wan bikin. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ