Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin 2023-02-27 23:02:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî ku di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.   Îro danê nîvro dewleta tirk abi balefira bê mirov a bi çek (SÎHA), li Gundê Behrava yê girêdayî Komelgeha Xanesorê êriş bir ser wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ). Di encama êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû.   Fermandar û şervanên YBŞ’ê ji bo serxweşiya kesên ku beriya 2 rojan li gundê Behrava jiyana xwe ji dest dabûn, berê xwe dabûn konê şînê û di dema vegera şînê de rastî êrîşê hatibûn.   Di êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî jiyana xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar bû.   Cenazeyê fermandar Agir Cefrî ji ber deriyê mala wî ya li Xanesorê bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şexşemis ve hat birêkirin. Bi sedan kes di merasîmê de amade bûn û cenazeyê Agir Cefrî li gor urf û adatên civaka êzidî li Gorîstana Şexşemis, li kêleka birayê xwe Hecî hat veşartin.