Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike 2023-02-27 20:54:13   AMED - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk destnîşan kir ku polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên rant, neolîberal û dijî ekolojiyê di bin kavilan de mane û got ku divê hikûmet demildest îstîfa bike.   Lijneya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku li herêmên erdhejê serdana mexdûrên erdhejê kir, li avahiya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Hejmara 2’yan a Amedê têkildarî erdhejê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Haber Senê Mesût Balcay, Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî ya Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî, Platforma KESK’ê a Çewligê, Serokê Giştî yê Tumbel Senê Erdal Bozkûrt, Serokê Giştî yê Kultur-Sanat Senê Ahmet Ozbek, Serokê Giştî yê Tarim Orkam Senê Ahmet Keleş, Hevserokên KESK û Egîtîm Sen ên Amedê û gelek endamên wan tev li daxuyaniyê bûn.    ‘DEST JI POLÎTÎKAYÊN RANTÊ BERDIN’   Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK’ê Bozgeyîk axivî. Bozgeyîk destnîşan kir ku wan ji roja ewil heta niha bi avakirina navendên koordînasyonê re alîkariya gel kiriye. Bozgeyîk da zanîn ku ev karesat ne karesata sedsalê ye, her wiha karesata îhmalkirin û paşguhkirinê ye. Bozgeyîk wiha got: “Piştî her karesatê em îhmalan bi lêv dikin û mixabin em îro jî heman tiştî dibêjin. Di encama karesatan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gor çavderiyên me jî hejmara kesên di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dan jî, du û sê qat ji daneyên fermî zêdetir in. Hewce ye dest ji polîtîkayên rantê bên berdin û polîtîkayên ekolojîperest bên pejirandin.”   XETEREYA ŞEWBÊ   Bozgeyîk bal kişand ser dewleta ku berpisyariyên xwe bi cih neaniye û da zanîn ku pêwîst e hemû hewceyîyên mexdûrên erdhejê bê pere bên çareserkirin. Bozgeyîk bi lêv kir ku gava konebajar tên avakirin jî, bila daneyên zanistî li ber çavan bên girtin û wiha pê de çû: “Ji ber tunebûna hijyenê xetereya şewbeke mezin heye. Hewce ye bi lez pirsgirêka tendirustiyê bê çareserkirin. Her wiha bila mefên kedkar û xebatkarên kamûyê yên mexdûrê erdhejê jî bên dayîn û tayînên wan bên kirin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ DI BIN KAVILAN DE MAN’   Bozgeyîk diyar kir ku polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên rant, neolîberal û dijî ekolojiyê di bin kavilan de mane. Bozgeyîk bi bîr xist ku AFAD, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê û şaredarî di vê karesatê de gelek kêm mane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e demildest hikûmet îstîfa bike. Hewce ye kesên di vê îhmalkariyê de cih girtine bên darizandin. Di dema desthilatiya AKP’ê de 9 caran efûya îmarê hat pejirandin. Parlementerên ku ev efîyên îmarê pejirandin jî bila bên darizandin. Em ê piştevaniya bi gel re berdewam bikin û em ê bi piştevaniyê birînên xwe bicebirînin. Em ê bajarên xwe bi hêzên demokrasiyê ava ava bikin.”