Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne 2023-02-27 16:46:45   MELETÎ - Hat diyarkirin ku li Meletiyê piştî erdheja bi pileya 5,6 çêbû herî kêm 3 kes di bin kavilan de mane.    Îro danê nîvor li Meletiyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû. Di erdhejê de 29 avahî hilweşiyan. Tîmên AFAD’ê li ser 5 avahiyan dest bi xebata lêgerîn û rizgarkirinê kir. Li avahiya Kardelen a li navçeya navendî ya Yeşîlyûrdê Azîz Delîktaş û keça wî Şeyma Delîktaş ji bin kavil sax hatin derxistin.    Her wiha hat diyarkirin ku li taxa Zaferê avahiya bi navê Çeçen a 6 qatî hilweşiyaye û herî kêm 3 kes di bin de mane. Hat îdiakirin ku ev her sê kes kêliya ku avahî hilweşiyaye bi wesayîta xwe di kolanê de derbas dibûn. Li ser kavilên avahiya Çeçen û avahiya Buhara ku li heman taxê ye xebatên rizgarkirinê didomin.    BIRÎNDAR RAKIRINE NEXWEŞXANEYAN    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku 103 birîndar rakirine nexweşxaneyan û ji van 5 kesan hildane emeliyatê û 3 kes jî li ûnîteya nihêrîna awarte tên ragirtin.    XEBAT DIDOMIN    AFAD’ê jî daxuyand ku 29 avahî hilweşiyane û 32 kesan ji bin kavilan sax derxistine, 110 kes birîndar bûne û li ser 2 avahiyan jî xebatên lêgerînê û rizgarkirinê didomin.    ‘XWEDÊ BELA WAN BIDE WAN’    Welatiyek ku li xebatên lêgerînê û rizgarkirinê temaşe dikir, diyar kir ku wî raya xwe daye AKP’ê û wiha got: “Bila xwedê bela wan bide wan. Bila ev destê min jê bibin ku min ray daye wan. Xwedê bela xwe bide min jî ku min ray daye wan.”